Axivêr
Axivêrên Kongreyê
Axivêrên Vexwendî
Invited Speakers
Abdulsittar Ozmen
Kovara Psychology Kurdî
Wekî Amûreke Zanistî û Hemaneke Bingehîn a Nasnameyê, Ziman û Xebatên Kovara Psychology Kurdî
Abdulsittar Ozmen, Mamoste-Perwerdekar e. Di kovara derûnnasiyê ya ‘Psychology Kurdî’ de edîtor û wergêr e. Xurtkirina kurmancî di warê derûnnasiyê de armanca wî ya sereke ye. Di vê çarçoveyê de, rola wî ya edîtorî û wergêriyê ji bo avakirin û bicihkirina termînolojiya zanistî ya zimanê kurmancî xwedî girîngiyekê ye. Ji bilî kovarê, edîtoriya berhemên bi kurdî yên wekî helbest, çîrok û romanan dike. Kurteya Pêşkêşiyê: Ji sedsala 19an heya îro derûnnasî yek ji wan zanistan e ku bo tendirustiya derûnî kartêker e û bandorê li civakê jî dike. Ji ber ku rasterast hest û reftarên mirov vedikole ziman di xebat û terapiyên derûnnasiyê wekî amûreke bivênevê derdikeve pêşberî me. Kovara Psychology Kurdî bi vê mebestê Îlona 2016an di nav wan şert û mercên dijwar de derket pêşberî xwînerên xwe. Ez di wê baweriyê de me Kovarê di warê derûnnasiyê de valahiyeke mezin dagirtiye û îmkana nivîsîna gotar, lêkolîn û analîzên zanistî yên bi kurdî bo pispor û kesên eleqedar peyda kiriye. Kovar di heman demê de hewl dide li gel kovarê ji aliyekî ve kitêbên derbarê derûnnasiyê jî bigihîne ber destê xwînerên xwe û lîteraturekê ava bike. Ferhenga Têgehên Derûnnasiyê jî yek ji wan xebatan e. Lewra pêdivî bi termînolojiyeke yekgirtî, sazkar û li gorî rihê zimanê kurdî heye. Ferheng, amûreke stratejîk e bo ku zimanê kurdî (kurmancî) di qada zanistê û tendirustiya derûnî de bibe xwedî hêz, bandor û pêşerojeke ronak. Bi vî awayî dê axaftin, nivîsîn û perwerdeya bi zimanê kurdî jî hêsantir û zelaltir pêk be.
Abdulsittar Özmen is a teacher and educator. He serves as an editor and translator for the psychology magazine Psychology Kurdi. His primary objective is to strengthen the Kurdish language within the field of psychology. In this context, his roles as editor and translator are crucial for establishing and implementing scientific terminology in Kurdish. In addition to his work with the magazine, he also edits Kurdish literary works, including poetry, short stories, and novels. Abstract: Since the 19th century, psychology has been a science that contributes to mental health and impacts society. Because it directly examines human emotions and behavior, language serves as an indispensable tool in psychological studies and therapy. It was with this aim in mind that Psychology Kurdi magazine began publication in September 2016, operating under challenging conditions. I believe the magazine fills a significant gap in the field of psychology, providing experts and interested individuals with the opportunity to produce articles, research, and scientific analyses in Kurdish. The magazine also strives to offer readers books on psychology and to build a body of literature alongside its regular issues. The Dictionary of Psychology Terms is one such initiative. Consequently, there is a need for a unified and structured terminology that aligns with the spirit of the Kurdish language. The dictionary serves as a strategic tool for strengthening the Kurdish language (Kurmanji) in the fields of science and mental health, enabling it to gain influence and secure a bright future. Through these efforts, speaking, writing, and providing education in Kurdish will become easier and more accessible.
Erkan Yildirim
Kovara Psyche Mezg
Hetê Ziwan û Psîkolojîyî ra Xebatê Zazakî: Kovara Psyche: Mezg
Ji bo danasîna te nivîseke kurt di derbarê kar û xebatên te de. (Heta roja înê): Ez Amed, Lîce ra ya. 2013 de Unîversîteya Hacettepe de Xizmetîya komelkîye ra bîya mezun. 2013 ra nata sazîya Aile ve Sosyal Hizmet Bakanligi ( Sazîya Xizmetê Komelkîye û Aileyi) de xebetêna. Sazîye de ez derheqê domanan weykerdişê xizmetanê miqakerdişî, psîkolojî û komelkî de xebatan ramnena. Nika Mêrdîn de xebetêna. Hetê ziwanî de Mi Unîversîteya Artuklîye de beş kirdkî de bitez û bêtez qedênayo. Babeta Edebîyatî ser o meraqê mi esto. Kirdkî de maqale û hîkayeyan nusena. Nuşte û hîkayeyê mi kovara Vate, Asîva, Bizot û Mezg de ameyê weşanîyayişî. Serê google de bi nameyê zerrwesxodi blog mi esto. Uca de sey nuşteyê hikayeyê kilmî ca gênê. Ez Amed, Lîce ra ya. 2013 de Unîversîteya Hacettepe de Xizmetîya komelkîye ra bîya mezun. 2013 ra nata sazîya Aile ve Sosyal Hizmet Bakanligi ( Sazîya Xizmetê Komelkîye û Aileyi) de xebetêna. Sazîye de ez derheqê domanan weykerdişê xizmetanê miqakerdişî, psîkolojî û komelkî de xebatan ramnena. Nika Mêrdîn de xebetêna. Hetê ziwanî de Mi Unîversîteya Artuklîye de beş kirdkî de bitez û bêtez qedênayo. Babeta Edebîyatî ser o meraqê mi esto. Kirdkî de maqale û hîkayeyan nusena. Nuşte û hîkayeyê mi kovara Vate, Asîva, Bizot û Mezg de ameyê weşanîyayişî. Serê google de bi nameyê zerrwesxodi blog mi esto. Uca de sey nuşteyê hikayeyê kilmî ca gênê. Kurteya Pêşkêşiyê: Kovara Mezgî xebatanê xo waranê psîkolojî û perwerdeyî de virazena û seraser bi zazakî yena nuştene. Kovare de waranê psikolojî û perwerdeyî de cîya cîya babetî cayê xo gênê. Ma do nê pêşkêşê xo de destpêk, amanc û xebatanê kovara “Psyche: Mezg”î ra behs bikerê; bi taybetî zî ma do babetanê xo yê psîkolojîkan ser o vinderê. Ma do destpêkê kovare ra heta ewro muhtewaya ci ra nimûneyan bidê; seba ameyoxî fikr û hedefanê xo ra behs bikera.
Gulîstan Barik Keleş
Gulistan Barik Keles
DER-MEZ
Komeleya Derûnnasên Mezopotamya yê (Der-Mez) û Xebatên DER-MEZê
Ew ji bajarê Mêrdînê ye. Wê xwendina xwe ya derûnnasiyê li zanîngeha Dicle xilas kir. Lisansa bilind ya derûnnasiyê ya li ser kilinikê li Zaningeha Beykozê qedand. Bi salan di saziya xizmeta civakî de bi zarok , jin û malbatan re piştgiriya derûncivakî kir. Di ber karê xwe yê fermî de, bi komeleyên sivîl re xebatên derênnasiyê yên xwebexş kir. Xebatên xwe yên derûnasiyê jî bi duzimanî dimeşîne. Di destpêka xebata inisiyativa DER-MEZ ê de cîh girt. Piştî DER-Mez bû komele di rêveberiya wê de jî cîh girt û niha jî wek hevberdevka komeleyê xebatan dimeşîne. Kurteya Pêşkêşiyê: Komeleya Derûnnasên Mezopotamyayê (Der-Mez), di sala 2016an de li gorî pêdivîyên piştgiriya derûncivakî ên ku ji ber pêvajoya şer, pevçûn, şert û mercên civakî yên li herêmê, bi kombûna derûnnas û xwendekarên derûnnasiyê wekî înîsiyatîfekê hatiye damezrandin. Ev înisîyativ bi beşdariya derûnnas û xwendekarên derûnnasiyê ji bajarên cuda yên wekî Amed, Mêrdîn, Mersîn, Wan, Stenbol û Sakaryayê bi demê re mezin bû. Girîngiya piştgiriya derûnnasîyê ya bi zimanê dayikê esas girtiye û li ser vê bingehê xebatên xwe pêş xistiye. DER-MEZ di sala 2024an de bû komeleyek fermî. Yek ji rêgezên DER-MEZê ew e ku, bêyî cudahiyên li ser bingeha ziman, nijad, reng, temen, nasnameya zayendî, ramana siyasî, baweriya felsefî, ol û mezheb, piştgiriya derûncivakî pêşkêş bike; di qadên cuda yên derûnnasiyê de xebatên lêkolînê, perwerdehiyê û pratîkê pêk bîne. Der-Mez di xebatên xwe de, etîka pîşeyî, wekhevî, hevkarî û nêzîkatiya li ser bingeha mafan esas digre. Her wiha, derûnnasiyê ne tenê di çarçoveya kesayetiyê de dibîne. Ew di tekîliya şert û mercên civakê de jî dinirxîne û nêrîneke rexneyî di qada derûnnasiyê de girîng dibîne. Di xebatên DER-MEZê de pevçûn, şer û trawma cihekî girîng digire. Piştî pêvajoya sala 2016an, DER-MEZ di xebatên piştgiriya derûncivakî yên di du-zimanî de ku bi hevkariya rêxistinên din ên civaka sivîl li bajêr û navçeyên ku ji şer bandor bûne ji bo zarok û malbatan hatine meşandin de cih girtiye û yek ji hîmên vê xebatê bûye. DER-MEZ di dema pandemiya Corona de, xeta piştgiriya derûncivakî bi zimanê dayikê ava kiriye. DER-MEZ ji bo zarok û ciwanan çîrokên başbûnê bi Kurdî amade kiriye. Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an li qadê xebatên piştgiriya derûncivakî meşandiye. Di çarçoveya van xebatan de, bi zarok, ciwan û malbatan re xebatên berfireh kiriye. Di qadên girêdayîbûna madeyan û piştgiriya derûncivakî a piştî trawmayê de jî bi awayekî çalak cih girtiye. Îro DER-MEZ bi nêzîkî 40 endam û 200 dilxwazên xwe re xebatên xwe didomîne; Der-Mez bi şaredariyên herêmî û rêxistinên civaka sivîl yên ku li ser bingeha mafan xebatan dike re hevkariyan pêş dixe. Ji bo ku piştgiriya derûncivakî bêhtir gihîştbar û berfireh bibe, xebatan dike. Der-Mez di heman demê de ji bo ku piştgiriya derûncivakî bêhtir gîhîştbar û berfireh bibe xebatan dike.
Originally from the city of Mardin, she pursued her psychology studies at Dicle University in Diyarbakır. She completed her master's degree in clinical psychology at Beykoz University. For years, she provided psychosocial support to children, women, and families within a social service institution. Alongside her professional role, she has engaged in voluntary psychological work with civil society organizations. She conducts her psychological practice bilingually. She was involved in the DER-MEZ initiative from its inception; after DER-MEZ became an association, she served on its board and currently continues her work as the association's vice president. Abstract: The Mesopotamia Psychologists Association (Der-Mez) was established in 2016 as an initiative by psychologists and psychology students to address the need for psychosocial support arising from the war, conflict, and social conditions in the region. Over time, this initiative expanded through the participation of psychologists and psychology students from various cities, including Amed, Mardin, Mersin, Van, Istanbul, and Sakarya. It has developed its activities based on the principle of the importance of providing psychological support in one's mother tongue. DER-Mez became a formal association in 2023. One of Der-Mez’s guiding principles is to provide psychosocial support without discrimination based on language, race, color, age, gender identity, sexual orientation, political opinion, philosophical belief, religion, or sect, and to conduct research, training, and practical work across various fields of psychology. In its activities, Der-Mez upholds professional ethics, equality, cooperation, and a rights-based approach. Furthermore, it views psychology not merely within the framework of personality but evaluates it in the context of societal conditions, emphasizing the importance of a critical perspective on the field of psychology. Conflict, war, and trauma play a significant role in Der-Mez’s work. Following the conflict period of 2016, Der-Mez participated in—and served as a cornerstone of—bilingual psychosocial support initiatives carried out in collaboration with other civil society organizations for children and families in cities and districts affected by the conflict. During the coronavirus pandemic, Der-Mez established a psychosocial support hotline operating in the mother tongue and created therapeutic stories in Kurdish for children and young people. Der-Mez also conducted psychosocial support activities in the field following the earthquakes of February 6, 2023, and the Çinar fire of 2024. As part of these efforts, the organization carried out extensive work with children, youth, and families. It has also played an active role in areas concerning substance abuse and post-trauma psychosocial support. Today, Der-Mez continues its work with approximately 40 members and 200 volunteers. Der-Mez develops partnerships with local municipalities and rights-based civil society organizations, working to make psychosocial support more accessible and widespread. At the same time, Der-Mez strives to expand the reach of psychosocial support and conducts activities to raise awareness regarding individuals' linguistic and cultural needs.
Asli Aydemîr
Asli Aydemir
TODAP
Aynı Dilin “Ben ve Biz”-i ile Çok Dilliliğin “Siz”-i Olarak Ötekiyi Tanımak
Dr. Asli Aydemîr: Derûnnasa klînîk û civakî, psîkoterapîst û akademîsyen e. Ew derûnnasa klînîkî ya civakî ya rexnegir û psîkoanalîzê ji nêrîneke femînîst dixwîne; li ser cudakarî, pîrbûn, zayend û mirinê lêkolînan dike. Ew her weha psîkoterapiya psîkanalîtîk û terapiya zayendî dide mezinan. Ew di Beşa Derûnnasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê de karmenda lêkolînê ye û endama Komeleya Derûnnasan a ji bo Piştgiriya Civakî (TODAP) û Komeleya Perwerdehiya Zayendî, Dermankirin û Lêkolînê (CETAD) ye. Kurteya Pêşkêşiyê: Veqetandina pitikek ji tiştê xwe yê yekem û avakirina xwe ya cuda ji kesên ku lê dinêre (bi piranî jin, dayik), bi dema ku ew dest bi axaftina bi zimanê xwe yê dayikê dike re hevdem e. Veguherîna dengan bo peyvan, ku di hiş de temsîlên hevpar derdixe holê, ji bo navbera du hişên cuda derbas bike dibe alîkar. Ziman bi rêya cudahîyê girêdanek ava dike û hem hêzek ajotin û parastinê ye di civakîbûna mirovan de, û hem jî xwendinek taybetî ya cîhanê pêşkêşî mijarê dike. Cîhana ku bi zimanekî ve hatiye dorpêçkirin dibe ku ji cîhana zimanekî din cuda be; peyvek yekane di heman zimanî de, bi wateyên xwe yên cûda, dikare cudahîyên di navbera kesên ku pê diaxivin de eşkere bike. Ziman hem hewldanek e ji bo naskirina cudahîyê û derbaskirina cudahîyê, û hem jî bi nîşandana yê din cudahîyê tîne bîra me. Lêbelê, pirzimaniya heman zimanî û pirzimanî, bi tevlîkirina cudahîyan, xizmetê dikin ku cîhanê berfireh bikin. Di avakirina mijarê de, "ez" û "tu" heye; di naskirina yê din de, "em" û "tu" heye; Berfirehbûna sînoran û zêdebûna subjektîvîteyan di çarçoveya zimanekî din û cîhaneke din de dê di çarçoveya psîkolojiya rexnegir, ked û hevgirtinê de werin nîqaşkirin, ku ev ax û lêkolînên ku Komeleya Psîkologan ji bo Hevgirtina Civakî (TODAP) li ser wan hatiye damezrandin in. İnsan yavrusunun ilk nesnesinden ayrışması ve bakım vereninden (çoğunlukla kadın, anne) ayrı bir ben olarak kendini inşa etmesi anadilini konuşmaya başladığı zamana denk düşer. Seslerin sözcüklere dönüşerek zihinlerdeki ortak temsilleri çağırması iki ayrı zihin arasındaki mesafeyi aşmaya vesiledir. Dil farkla bağı kurup insanın toplumsallaşmasının itici ve koruyucu gücü olduğu kadar öznenin önüne dünyanın belli bir okumasını serer. Bir dilin çevrelediği dünya, başka bir dilin dünyasından farklı olabilir; aynı dilin bir kelimesi de başkalaşan anlamlarıyla aynı dili konuşanların farklarını açık edebilir. Dil, ötekiliği tanıyıp farkı aşmaya dönük bir çaba olduğu kadar ötekini göstererek farkı da hatırlatır. Bununla birlikte aynı dilin çok anlamlılığı ve çok dilli olmak farkları içererek dünyayı genişletmeye vesiledir. Özne kurulumunda ben ve sen; ötekiyle özdeşimde biz ve siz; ve başka dilin başka dünyasıyla genişleyen sınırlar, çoğalan öznellikler Toplumsal Dayanışma için Psikologlar Derneği’nin (TODAP) üzerine kurulduğu eleştirel psikoloji, emek ve dayanışma eksenleri ve çalışmaları bağlamında tartışılacaktır.
Dr. Aslı Aydemir: Social clinical psychologist, psychotherapist, and academic. She examines critical social clinical psychology and psychoanalysis from a feminist perspective; she conducts research on discrimination, aging, sexuality, and death. She also provides psychoanalytic psychotherapy and sex therapy services to adults. She is a research assistant in the Department of Psychology at Dicle University and a member of the Association of Psychologists for Social Solidarity (TODAP) and the Association for Sexual Education, Treatment, and Research (CETAD). Abstract: The human infant’s separation from its first object and its construction of itself as a distinct “I”—separate from the caregiver (usually a woman, the mother)—coincides with the time it begins to speak its native language. The transformation of sounds into words—thereby evoking shared mental representations—serves as a means to bridge the gap between two separate minds. Language establishes a connection with difference; while acting as both a driving and protective force in human socialization, it also lays out a specific reading of the world before the subject. The world encompassed by one language may differ from the world of another language; A single word within a language—through its shifting meanings—can reveal the differences between those who speak that same language. Language is not only an effort to recognize otherness and bridge differences; it also highlights difference by pointing to the "other." At the same time, the polysemy inherent in a language and the state of multilingualism serve to expand the world by embracing these differences. The concepts of "I" and "you" in the construction of the subject; "we" and "you" in identification with the other; and the expanding boundaries and multiplying subjectivities arising from the distinct worlds of other languages—all these will be discussed within the context of the critical psychology, labor, and solidarity frameworks and activities that underpin the Association of Psychologists for Social Solidarity (TODAP).
Emel Îzgî Demîr
Emel Izgi Demir
Heke ziman bêdeng bibe, pîvandin dikare biaxive? Sînorên nedîtî yên amûrên pîvandina derûnnasî.
Danasîn: Emel Îzgî Demîr derûnnasa klînîkî ye û bi zarok û ciwanan re dixebite. Ew zêdetirî 10 salan e ku di pratîka xwe ya pîşeyî de amûrên psîkoterapî û nirxandina derûnî bi kar tîne. Berî ku li nexweşxaneya zanîngehê dest bi kar bike, di warê xebata civakî de bi giranî li ser zarokan xebitiye. Endam û dilxwaza Der-Mezê ye. Her wiha ji sala 2020an vir ve li Amedsporê wekî derûnnas û rêveber dixebite. Kurteya Pêşkêşiyê: Testên derûnnasiyê amûrên girîng in ji bo nirxandina taybetmendiyên venasînî, geşedanî, hestyarî û kesayetî. Lê belê performansa testan, ji zimanê kesan û çarçoveya wan a çandî serbixwe nîne. Bi taybetî di kesên ku zimanê wan ê zikmakî ji zimanê testê cuda ye, şiyana wan a têgihîştin, gihîştina têgehan û xwe bînin zimên dikare bandorê li performansa testê bike. Ev rewş, pûanên hatine bidestxistin çiqas taybetmendiyên rastîn ên nasnameyî an derûnî yên kesane nîşan didin derdixe holê. Ev pêşkêşî dê têkiliya di navbera zimanê zikmakî, nasname û nirxandina derûnnasî de bigire dest. Bi taybetî, bandora bikaranîna zimên li ser serpêhatî û performansa kesek di pêvajoya ceribandinê de û li ser ji ber cûdahiyên zimanî xeletiyên potansiyel ên di encamên nirxandinê de dê were nîqaşkirin. Armanc ew e ku li ser nêzîkatiyeke nirxandinê ya etîk, berfirehtir û li gorî têgeha hestiyartirî ya ku di nirxandina derûnî de ji "puandayinê" wêdetir li gorî çarçoveya zimanî, çandî û nasnameya kesane li ber çavan digire were nîqaş kirin.
I am Emel İzgi Demir. I work with children and adolescents as a clinical psychologist. I have been incorporating psychotherapy and psychological assessment tools into my professional practice for over a decade. Prior to my role at the university hospital, I worked with children in the field of social services for a period. I am an activist with Der-Mez in the civil society sector. Additionally, I have been serving as a psychologist and an executive at Amedspor since 2020. Abstract: Psychological tests are important tools for assessing individuals' cognitive, developmental, emotional, and personality characteristics. However, test performance is not independent of the language an individual uses or the cultural context in which they are situated. Particularly for individuals whose native language differs from the language of test administration, factors such as language comprehension, expression, access to concepts, and modes of self-expression can influence test performance. This situation raises the question of the extent to which the obtained scores reflect the individual's true cognitive or psychological characteristics. This presentation will address the relationship between native language, identity, and psychological assessment. It will specifically discuss the impact of language use on an individual's experience and performance during the testing process, as well as the potential biases that cultural and linguistic differences may introduce into assessment results. The aim is to move beyond the "score" in psychological assessment and initiate a discussion on an assessment approach that is more ethical, inclusive, and context-sensitive—one that takes into account the individual's linguistic, cultural, and identity-related contexts.
Newroz Xebat Yildirim
Ji Nirxandinê ber bi Terapîyê: Rola Faktorên Zimanî û Çandî di Test û Terapîya Zarok û Ciwanan de
Ew wekî derûnnasê klînîkî li Stockholm/Swedê di psîkiatriya zarok û ciwanan de kar dike; hem testên psîkolojîk hem lekolînen ji bo otîzm û ADHDyê dike û terapiya KBT (CBT) pêk tîne. Her wiha, ew li zanîngeha Karolinskayê di warê derûniya zarok û ciwanan de li ser perwerdeya spesîalîst dixwîne. Wî diplomaya xwe ya lîsansê ji Zanîngeha Egeyê girtiye, 16 sal in li Swêdê(Sweden) dijî û bi eslê xwe ji Mêrdînê ye. Kurteya Pêşkêşiyê: Di vê pêşkêşiyê de dê rola testên psîkolojîk di pratîka derûnnasiyê ya zarok û ciwanan were nirxandin. Dê bê nîşandan ku test ne tenê amûrên teşxîsê ne, lê her weha bingeha formulasyona klînîkî û plansaziya terapîyê ne. Pêşkêşî dê li ser têkiliya navbera nirxandin û terapîyê raweste, bi taybetî di ADHD, ASD û pirsgirêkên hestyarî de bê. Her wiha dê mijara ziman, çand û nirxandina zarokên duzimanî yên kurd were gotûbêjkirin. Bi mînakên ji pratîka klînîkî, dê girîngiya nirxandina evidence-based (li ser bingeha delîlan) ji bo biryarên klînîkî û hilbijartina midaxeleyên guncav were nîşandan.
I work as a clinical psychologist specializing in child and adolescent psychiatry in Stockholm, Sweden; I conduct psychological assessments and research on autism and ADHD, and practice Cognitive Behavioral Therapy (CBT). I am also pursuing a specialization in child and adolescent psychiatry at Karolinska University. I obtained my bachelor's degree from Ege University (Turkey), have been living in Sweden for 16 years, and am originally from Mardin. Abstract: This presentation will examine the role of psychological testing in the practice of child and adolescent psychology. It will demonstrate that tests serve not only as diagnostic tools but also as the foundation for clinical formulation and treatment planning. The presentation will focus on the relationship between assessment and therapy, particularly in the context of ADHD, Autism Spectrum Disorder, and emotional issues. Issues regarding language, culture, and assessment concerning bilingual Kurdish children will also be addressed. Through examples from clinical practice, the importance of evidence-based assessment for making clinical decisions and selecting appropriate interventions will be highlighted.
Îsmaîl Guven
Ismail Guven
Pratîkê Psîkolojî de Test û Terapî
Ez Çolîg de ameya dinya. Mi 2010î de Unîversîteya Dîcle ra beşa psîkolojî qedîna. Ez şeş aşmî Merkezê Perwerdeyo Taybetî û Rehabîlîtasyonî de û 6 aşmî zî Merkezê Ewnîyayîşê Taybetî de xebitîyaya. 2011î ra pey, bîyê 15 serrî nêweşxaneyan de xebîtîyena. Kurteya Pêşkêşiyê: Ez eşkena badê tecrubeyê xo yê pancês serran ney vajê ke, nêweşxaneyan de pratîkê klînîkî di eksenan ser o şekil genê: Ercnayîşo psîkometrîk û psîkoterapî. Grûba yewine de nêweşî seba girewtişê raporî yan zî semedê tedawîbîyayîşî muracatê psîkîyatrî, psîkîyatrîyê qican û norolojî kenê. Doktorî zî seba dayîşê teşhîsî hewcedarîya testan vînenê. Nêweşxaneyan de testê zeka yê sey WISC- IV, WAIS, Stanford Bînet, Kent EGY, Porteus Labîrent û Aleksander; testê kesayetî yê sey Rorschach, MMPI û TAT; skalayê sey BDI û BDA û SCL-90 û gelekna skalayê bînî; testê noropsîkolojîkî yê sey WMS, Testê Stroop, WCST, Testê Namekerdişî yê Bostonî û MMSE şixulîyenê. Grûba dîyîne de nêweşî seba terapî, muracatê psîkîyartî û psîkîyatrîyê qican kenê û hetê ê doktoran ra ray benê verê psîkologan. Nêweşî, bi zafane hewte de reyêk yenê psîkoterapî û mudeyê terapî zî qasê 40 deqayan dewam keno. Nê prosesî de psîkoterapîyê sey Kerdengêrî, Kognîtîfe, Kognîtîf-Kerdengêrî û Psîkodînamîkî yenê xebitnayîş.
Azad Dildar Gundercî
Azad Dildar Gunderci
Zimanê Zikmakî, Nasname û Tenduristiya Derûnî Di Çarçoveya Kurdên li Tirkiyeyê de, Rola Zimanê Zikmakî û Astengiyên Perwerdeya bi Zimanê Zikmakî di Avakirin/Rûxandina Nasnameyê de
Psîkiyatrîst-Nivîskar Dr. Azad Dildar Günderci di sala 1978an de li Amedê ji dayik bû. Di sala 2002an de Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Dîcleyê qedand. Piştî ku di sala 2010an de li Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Adnan Menderesê, di Beşa Psîkiyatriyê de bû pispor û perwerdehîyên xwe yên terapîyê temam kirin, li Stenbolê, di beşên Lîsansa Bilind a Psîkolojîya Klînîkî ya Zanîngeha Okan û Zanîngeha Kentê de, wekî Doktorê Endamê Hîndekariyê xebitî. Dr. Azad Dildar Günderci ku yek ji damezrînerên Komeleya Xebatên Trawmayê ye, di gelek xebat û projeyan de wekî perwerdekar, koordînator û supervîzor cih girt. Lêkolîn û gotarên wî yên zanistî di kovarên akademîk ên neteweyî û navneteweyî de hatin weşandin. Dr. Azad Dildar Günderci di gelek kongre û sempozyûmên neteweyî û navneteweyî de wekî axaftvan peywir girtîye. Bi navê ‘Zarokên Bêziman’ kitêbekê nivîsiye ku ew li ser pirsgirêkên psîkolojîk ên zarokan e, bi taybetî li ser zarokên ku di perwerdeyê de ji zimanê dayikê bêpar mane. Ev kitêb di sala 2014an de ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşikçî ve hat weşandin. Azad Dildar Günderci, ku yek ji edîtor û nivîskarên kovara ‘Psîkolojîya Kurdî’ ye, niha koordînatoriya Yekeya Xebatên Trawmayên derûnî û Karesatan a Komeleya Psîkiyatriyê ya Tirkiyeyê (TPD) dimeşîne û li Amedê wekî psîkiyatrîst xebatên xwe didomîne. Dr. Azad Dildar Günderci Psîkiyatrîst-Nivîskar Dr. Azad Dildar Günderci di sala 1978an de li Amedê ji dayik bû. Di sala 2002an de Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Dîcleyê qedand. Piştî ku di sala 2010an de li Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Adnan Menderesê, di Beşa Psîkiyatriyê de bû pispor û perwerdehîyên xwe yên terapîyê temam kirin, li Stenbolê, di beşên Lîsansa Bilind a Psîkolojîya Klînîkî ya Zanîngeha Okan û Zanîngeha Kentê de, wekî Doktorê Endamê Hîndekariyê xebitî. Dr. Azad Dildar Günderci ku yek ji damezrînerên Komeleya Xebatên Trawmayê ye, di gelek xebat û projeyan de wekî perwerdekar, koordînator û supervîzor cih girt. Lêkolîn û gotarên wî yên zanistî di kovarên akademîk ên neteweyî û navneteweyî de hatin weşandin. Dr. Azad Dildar Günderci di gelek kongre û sempozyûmên neteweyî û navneteweyî de wekî axaftvan peywir girtîye. Bi navê ‘Zarokên Bêziman’ kitêbekê nivîsiye ku ew li ser pirsgirêkên psîkolojîk ên zaroka ne, bi taybetî li ser zarokên ku di perwerdeyê de ji zimanê dayikê bêpar mane. Ev kitêb di sala 2014an de ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşikçî ve hat weşandin. Azad Dildar Günderci, ku yek ji edîtor û nivîskarên kovara ‘Psîkolojîya Kurdî’ ye, niha koordînatoriya Yekeya Xebatên Trawmayên derûnî û Karesatan a Komeleya Psîkiyatriyê ya Tirkiyeyê (TPD) dimeşîne û li Amedê wekî psîkiyatrîst xebatên xwe didomîne. Kurteya Pêşkêşiyê: Ziman, ne tenê teknîkeke ragihandinê ye; di avabûna nasname, birêkûpêkkirina hestan û birêxistinkirina aîdiyeta civakî de ‘jîngeheke psîşîk û polîtîk’ a navendî ye. Di kevneşopiya psîkodînamîk de, cihgirtina sûjeya di nava ziman de, ne tenê fêrbûna peyvan e, tê wateya sembolîzekirina serpêhatiyan û durustkirina nîzamekê ji bo cîhana hundirîn. Di xeta hebûnparêziyê de ziman, ew zemin e ku cihgirtina mirov a li cîhanê, watedarkirina windahiyên wî û avakirina ‘vegotina xwebûnê’ hildigire. Ji aliyê psîkolojiya civakî ve jî ziman, wekî yek ji nîşaneyên herî berbiçav ên kategoriya ‘em’, bandorê li endamtiya komê, serpêhatiya statuyê û rêzgirtina li xwe dike. Ji ber vê sedemê, bêqîmetkirina zimanê zikmakî di qada giştî de an jî derxistina wê ya ji perwerdeyê, ne tenê nîqaşeke pedagojîk e; meseleyeke psîkopolîtîk e ku têkildarî pêşketina nasnameyê û şert û mercên tenduristiya ruhî ye. Di lîteratura pêşketina nasnameyê de, nasname ew e ku mirov bikaribe bi demê re bersiveke hevgirtî bide pirsa ‘Ez kî me?’; û bikaribe di navbera raborî-niha-paşerojê de berdewamiya wateyê ava bike. Têgehkirina ‘rûxandina nasnameyê’, xirabûneke ku ew hêdî hêdî bi pêş ve diçe. Nêzîkatiya ‘zimanê meşrû’ û îqtidara sembolîk, nîşan dide ku hiyerarşiyên ziman, ji bo hilberîna mirov, ne bi tenê astengiyên derveyî ne. Di heman demê de dikarin hesteke bêqîmetiyê ya ku ‘xwezayî’ xuya dike jî biafirînin. Biçûkxistin/cezakirina zimanê zikmakî, koka mirov vediguherîne tiştekî ku mirov jê şerm bike û dikare rêxistinbûnên şerma pêkhatî xwedî bike. Di çarçoveya Kurdên li Tirkiyeyê de, bandora zimanê zikmakî û astengiyên perwerdeya bi zimanê zikmakî, pêvajoyeke piralî ye ku di ser windakirina naskirinê, trawmayên li dibistanê, qelsbûna berdewamiya vegotina nava malbatê û şemitîna di statuyên nasnameyê re bi pêş ve diçe. Di xizmetên tenduristiya ruhî de hesasiyeta zimanê zikmakî (di nirxandinê de biyografiya ziman, di çarçoveya terapotîk de tercîha ziman, pirskirina serpêhatiyên saziyê) û di asta perwerde/polîtîkayê de sererastkirinên ku pirdengîyê xurt dikin, ne tenê nîqaşeke mafan e, di heman demê de nêzîkatiyeke pêşîlêgirtina tenduristiya ruhî ye.
Psychiatrist and Author Dr. Azad Dildar Günderci was born in Amed in 1978. He graduated from the Faculty of Medicine at Dicle University in 2002. After completing his specialization in Psychiatry and his therapy training at the Faculty of Medicine at Adnan Menderes University in 2010, he worked as a faculty member in the Clinical Psychology Master’s programs at Okan University and Kent University in Istanbul. A founding member of the Trauma Studies Association, Dr. Azad Dildar Günderci has participated in numerous initiatives and projects as a trainer, coordinator, and supervisor. His scientific research and articles have been published in national and international academic journals. Dr. Azad Dildar Günderci has served as a speaker at many national and international congresses and symposiums. He authored a book titled *Zarokên Bêziman* (Voiceless Children), which addresses the psychological issues faced by children—specifically those deprived of their mother tongue in education. This book was published by the Ismail Besikci Foundation in 2014. Azad Dildar Günderci, an editor and writer for the journal Psychology Kurdî, currently coordinates the Psychological Trauma and Disaster Unit of the Psychiatric Association of Turkey (TPD) and practices as a psychiatrist in Amed. Abstract: Language is not merely a communication technique; it serves as a central ‘psychic and political environment’ in the formation of identity, the regulation of emotions, and the structuring of social belonging. In the psychodynamic tradition, the subject’s positioning within language entails more than just learning words; it signifies the symbolization of experiences and the establishment of order within the inner world. From an existentialist perspective, language constitutes the foundation that supports a person’s placement in the world, the attribution of meaning to their losses, and the construction of a ‘narrative of selfhood.’ In terms of social psychology, language—as one of the most salient markers of the ‘us’ category—influences group membership, the experience of status, and self-esteem. Consequently, devaluing the mother tongue in the public sphere or excluding it from education is not merely a pedagogical issue; it is a psychopolitical matter concerning identity development and mental health. In the literature on identity development, identity is defined as the capacity to provide a coherent answer to the question ‘Who am I?’ over time, and to establish a continuity of meaning across the past, present, and future. The concept of "identity erosion" refers to a deterioration that progresses gradually. The perspective of "legitimate language" and symbolic power demonstrates that linguistic hierarchies are not merely external obstacles to human development; they can also instill a sense of worthlessness that appears "natural." The disparagement or penalization of the mother tongue transforms one's origins into a source of shame, potentially fostering internalized shame. In the context of Kurds in Turkey, the impact of the mother tongue—and the barriers to mother-tongue education—is a multifaceted process unfolding through the loss of recognition, school-based trauma, the weakening of intergenerational family narratives, and shifts in identity status. Addressing the mother tongue with sensitivity in mental health services (considering language biography during assessment, language preference in therapy, and inquiries into institutional experiences) and implementing educational and policy reforms that strengthen linguistic diversity constitute not only a matter of rights but also a proactive approach to mental health.
Masûm Aydin
Masum Aydin
EMDR[c]
Kurtejiyan: Pisporê Derûnnas Masûm Aydin, perwerdehiya xwe ya lîsansê di Beşa Psîkolojiyê ya Zanîngeha Mersînê de xilas kiriye. Di çarçoveya xebatên xwe yên akademîk de li Zanîngeha Yeni Yüzyılê ya Stenbolê 7 salan wek mamosteyê zanîngehê (hîndekar) ders dane û beşdarî xebatên akademîk bûye. Di kariyera xwe ya klînîkî û pîşeyî de li Navenda Taybet a Perwerde û Rehabîlîtasyonê ya Beş Çınar a Adanayê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîş/Wanê (Polîklînîka Tenduristiya Derûnî ya Mezinan û Yekeya Destwerdana Qeyran û Travmayê), li Rêveberiya Tenduristiyê ya Parêzgeha Stenbolê û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hamidiye Etfal a Şîşliyê (Polîklînîka Tenduristiya Derûnî ya Zarok û Ciwananû Nûrolojîya Zarokan) wek pispor peywir girtiye. Xebatên xwe bi piranî li ser zarokên ku cûdahiya geşedanê nîşan didin (otîzm, DEHB, zehmetiya hînbûnê), neuropsîkolojiya zarokan, psîkopatolojiya mezinan, travma û xebitîna fonksiyonên zayendî domandine. Aydın; Terapiya Reftarî ya Zanyarî (BDT), EMDR (Asta I û II / Zarok), WISC-R, WISC-IV, Nirxandina Nûropsîkolojîk a Zarokan, MMPI, Alîkariya Ewil a Psîkolojîk, Pêşxistina Reftarên Ajokaran, T.A.T. û Perwerdehiya Şêwirmendiya Malbatê di serî de, gelek bernameyên sertîfîkayê û hînbûnên têrbûnê yên neteweyî û navneteweyî temam kirine, ev di qada xebatê de bi kar anîne û li ser van perwerdehî dane. Di bûyerên krîz û travmayên civakî de yên wekî Erdheja Golcukê ya 1999an, Erdeheja Wanê ya 2011an, teqînên Pirsûs û Gara Enqereyê de di ekîbên piştgiriya derûncivaka qadê û midaxeleya krîzê de bi awayekî rol girtiye. Di paşerojê de di gelek saziyên civakî yên pîşeyî û civakî de wek damêzrêner, rêveber û dilxwaz peywir girtiye û niha jî wek endamê Komeleya Derûnnasen Mezopotamyayê xebatên xwe yên pîşeyî û mafparêziyê berdewam dike. Kurteya Pêşkêşiyê: Ziman ne tenê amrazekî ragihandinê yê teknîkî ye; ew awayê têgihiştin, watedarkirin û avakirina cîhana ramanî û hestyarî ya mirov e. Nasname jî bersiva pirsiyara “Ez kî me?” ye. Di vê çarçoveyê de zimanê dayikê tiştê bingehîn e ku nasnameyê ava dike, hildigire û diparêze. Rola zimanê dayikê di avakirin û parastina nasnameyê de di van xalan de derdikeve pêş: Hafizeya Kolektîf û Aîdiyet; Zimanê dayikê rabirdû, çîrok, êş û hişmendiya çandî vediguhezîne nifşên nû. Mirov bi riya heman zimanî tora aîdiyeta hevpar ava dikin û paşeroja xwe bi hev re xeyal dikin. Tundiya Sembolîk û Hiyerarşî; Dema di civakê de zimanekî serwer tê ferzkirin, zimanên din rastî tundiya sembolîk tên. Ev rewş dibe sedema marjînalîzebûna kesan û astengkirina mafê wan ê xwe-îfadekirinê di qada giştî de. Xwe-Xerîbbûn û Birîndariya Psîkolojîk; Kêmkirin an qedexekirina zimanê dayikê peywendiya mirov bi benliya wî re qut dike. Mirovê ku neçar dimîne bi zimanê serweran biaxive, ji çanda xwe şerm dike û tûşî nakokiyên kûr ên navxweyî dibe. Qirkirina Zimanî (Linguicide); Derxistina zimanê dayikê ji pergala perwerdehiyê peywendiya nifşan a bi rabirdûyê re diçerfîne. Ev rewş ne tenê dibe sedema têkçûna akademîk, di heman demê de hafizeya çandî dişkîne û paşeroja civakê tune dike. Encam; Zimanê dayikê mala nasname, rûmet û hebûna mirov e. Mirovê ku zimanê xwe winda bike, neçar dimîne cîhanê bi pênaseyên kesên din bixwîne û azadiya xwe ya giyanî winda dike. Ji ber vê yekê, xwedîderketina li zimanê dayikê tenê daxwazeke zimanî nîne; ew têkoşîna parastina hafize, rûmet û hebûna mirovayiyê ye.
Biography: Psychologist Masum Aydın completed his undergraduate studies in the Department of Psychology at Mersin University. Throughout his academic career, he served as a lecturer and participated in academic activities at Istanbul Yeni Yüzyıl University for seven years. In his clinical and professional career, he worked as a specialist at the Adana Beş Çınar Special Education and Rehabilitation Center, Erdiş/Van State Hospital (Adult Mental Health Clinic and Crisis and Trauma Intervention Unit), the Istanbul Provincial Health Directorate, and Şişli Hamidiye Etfal Training and Research Hospital (Child and Adolescent Mental Health Clinic and Pediatric Neurology). His work has focused primarily on children with developmental differences (autism, ADHD, learning disabilities), pediatric neuropsychology, adult psychopathology, trauma, and sexual dysfunction. Aydın has completed numerous national and international certification programs and training courses, including Cognitive Behavioral Therapy (CBT), EMDR (Levels I and II / Children), WISC-R, WISC-IV, Pediatric Neuropsychological Assessment, MMPI, Psychological First Aid, Driver Behavior Improvement, T.A.T., and Family Counseling Training. He played a significant role in field support teams and crisis interventions during social crises and traumatic events, such as the 1999 Gölcük Earthquake, the 2011 Van Earthquake, and the bombings in Suruç and at the Ankara Train Station. Having previously served as a founder, administrator, and volunteer in various professional and social organizations, he currently continues his professional and advocacy activities as a member of the Derûnnasên Mezopotamyayê Association.
Aryen Aslan
Kurtejiyan: Aryen Aslan ji beşa derûnnasiyê dêr çûye. Li Norwecê li ser Tenduristiya Global de mastera xwe kiriye. Ew bi taybetî li ser tenduristiya derûnî ya gerdûnî û bi komên hesas re dixebite. Kurteya Pêşkêşiyê: Wendakirina zimanek ne tenê wendakirina peyvan e. Ziman di nava xwe de denglêkirinê, bîranînên zarokatiyê, stranan, biwêj, çîrok û cihana ku mirov hîs dike ku ew aidî wê ye dihewîne. Ji ber vê yekê zimanê zikmakî ne tenê alaveke têkilîdanînê ku ji demên berê ve tê bikaranîn, ew di heman demê de pêwendiyeke zindî ye ku mirov pê wate dide ku kî ye, ji ku tê. Dema ku zimanek bê bênirx kirin, bê sînordarkirin û qedexekirin, mesele êdî ne tenê “Em bi kîjan zimanî diaxivin.” e. Mirov dibe ku neçar bimînin ku bifikirin, ew dikarin wî zimanî li ku bi kar bînin, dê bikarin ji zarokên xwe re bihêlin an na û çi qasî bi rehetî dikarin bi zimanê xwe bijîn. Di rewşên wiha de ziman rasterast bi xuyabûna nasnameyê û aîdiyetê ve tê girêdan. Lê belê, serpêhatî ne tenê li ser wendayî û zordestiyê ye. Mirov dikarin ji nû ve hînî zimanê ku ji bîr kirine bibin, veguhêzin zarokên xwe, di jiyana xwe ya rojane de bi kar bînin û ji nû ve bi paşeroja xwe ve pêwendiyekê deyne. Ji ber vê yekê man û nemana zimanekî ne tenê bi hejmara kesên ku wî zimanî dizanin ve girêdayî ye, di heman demê de ew bi wê yekê ve girêdayî ye ku mirov çi qasî bi wî zimanî dijîn. Di mijara kurdî de jî mesele ne tenê ew e ku bi zimanekî tê axaftin an na, fonksiyonên wê yên di malbat, perwerdehî, qada giştî û jiyana çandî de jî teşe didin serpêhatiyên nasnameyê.
Biography: Aryen Aslan holds a degree in psychology and completed a master's degree in Global Health in Norway. She works specifically on global mental health and with vulnerable groups. Abstract: Losing a language is not merely about losing words. Language encompasses sounds, childhood memories, songs, idioms, stories, and the world to which one feels a sense of belonging. Therefore, the mother tongue is not just a communication tool used since ancient times; it is a living connection through which a person defines who they are and where they come from. When a language is devalued, restricted, or banned, the issue goes beyond simply "which language we speak." People may be forced to consider where they can use that language, whether they can pass it on to their children, and the extent to which they can live freely in their own tongue. In such situations, language becomes directly linked to the expression of identity and a sense of belonging. However, the experience is not solely about loss and oppression. People can relearn a language they had forgotten, pass it on to their children, use it in their daily lives, and re-establish a connection with their past. Therefore, the survival or disappearance of a language depends not only on the number of speakers but also on the extent to which people live through that language. In the case of Kurdish, too, the issue is not merely whether the language is spoken; its functions within the family, education, the public sphere, and cultural life also shape experiences of identity.
Şînda Bariş
Sinda Baris
Avakirina Nasnameyê Bi Rêya Tevger û Lîstinê
Kurtejiyan: Şînda Bariş derûnnasa klînîkê ye. Bi zarok, ciwan û mezinan re di warê psîkoterapiyê de dixebite. Di xebatên xwe de ji terapiya lîstikê, EMDR û nêzîkatiya agahdar bi travmayê sûd werdigire. Di rêxistinên civakî de bi komên ku ji aliyê civakî ve hatine lawazkirin re xebitiye û di warên parastina zarokan, piştgiriya derûn-civakî, tevger, lîstik û xebatên komî de perwerde û komxebat amade kirine. Ew endama rêveberiya DER-MEZê ye û xebatên xwe bi nêzîkatiyeke çandî, civakî û mafparêz dimeşîne. Kurteya Pêşkêşiyê: Nasname ne tenê bi awayê ku em xwe pênase dikin, lê bi beden, têkilî, zimanê ku em diaxivin, çanda me, civakên ku em xwe pê ve girêdayî dibînin û şertên civakî re teşe digire. Ev komxebat armanc dike ku bi rêya tevger û lîstikê qadek ji bo ceribandina aliyên kesane û civakî yên nasnameyê veke. Beşdar dê bi xebatên kesane, cotî û komên biçûk li ser dîtin, aîdiyet, cûdabûn û hevdîtinê bifikirin. Li şûna axaftinên dirêj, ceribandinên bedenî, lîstik, neynikkirin û wêneyên rawestayî dê bên bikaranîn. Ji beşdaran nayê xwestin ku nasname an serpêhatiyên xwe yên kesane eşkere bikin; mafê derbasbûnê û parve nekirinê tê parastin. Bi vî awayî, nasname wekî pêvajoyeke piralî ku di têkilî, çand û şertên civakî de tê avakirin û diguhere, bi hev re tê keşifkirin.
Biography: Şînda Bariş is a clinical psychologist who works with children, adolescents, and adults in the field of psychotherapy. She incorporates play therapy, EMDR, and a trauma-informed approach into her practice. She has worked with socially marginalized groups within civil society organizations and has developed training sessions and workshops focused on child protection, psychosocial support, movement, play, and group activities. She is a board member of DER-MEZ and conducts her work through a cultural, social, and rights-based approach. Abstract: Identity is shaped not only by how we define ourselves but also by our bodies, relationships, the language we speak, our culture, the communities we identify with, and social conditions. This workshop aims to create a space—through movement and play—to explore the personal and social dimensions of identity. Participants will reflect on themes of perception, belonging, difference, and encounter through individual, paired, and small-group activities. Instead of lengthy discussions, the process will utilize physical experimentation, games, mirroring, and tableaux (frozen images). Participants are not required to disclose their personal identities or experiences; the right to opt out or refrain from sharing is respected. In this way, identity is explored collectively as a multifaceted process that is constructed and transformed through relationships, culture, and social conditions.
Siyabend Aslan
Zimanê Zikmakî: Bingeha Nasname û Derûniyê
Nejbîr Elî
Nejbir Eli
Ziman û Nasname di Welatekî Parçekirî de
Kurtejiyan: Nejbîr Elî li Zanîngeha Rojava mamosteya zimannasiyê ye, herwiha endama Navenda Lêkolînan a Zimanê Kurdî li Zanîngeha Rojava ye. Wê mastera xwe di “Siyaset û Plansaziya Zimanî de” kir. Niha jî doktoraya xwe li ser heman mijarê dike. Kurteya Pêşkêşiyê: “Em dixwazin bi rêya vê mijarê têkiliya di navbera zimanê Kurdî û nasnameya Kurdî de li Sûrî diyar bikin, bi taybet di şertên û mercên siyasî û civakî de. Pirsên ziman û nasnameya Kurdî her dem bi şertên mafên çandî, perwerdehiya bi zimanê dayikê û naskirina hebûna Kurdî re têkildar bûne, di encamê de zimanê Kurdî li Sûrî yek ji girîngtirîn amûrên parastina nasnameya Kurdî ye. Di 2011an û şûn ve êdî Zimanê Kurdî ji qonaxa qedexekirinê veguherî qonaxeke din, êdî bi damezrandina Rêveberiya Xweser re Zimanê Kurdî bû yek ji zimanên fermî yên li herêmê; bes bêyî danasîneke fermî ji hêl hêz û dewletên naskirî ve û bû zimanê perwerde, ragihandin û hwd û di jiyana rojane û saziyên civakî, leşkerî û hwd de dihat bikaranîn. Lê belê danpêdana pê xwecihî bû û piştî rûxandina Rêjîma Beisê êdî Sûrî ji hêla Hikumeta Demkî ya bi serokatiya Ehmed El-Şeri ve bi rê ve diçe, wî bi rêya mersûma 13'an zimanê Kurdî li seranserî Sûriyeyê wekî zimanekî niştîmanî yê Sûriyeyê nas kir. Lê nasnameya Kurdî tenê bi vê nayê avakirin; lewma hin kêşe û alîngar hene.
Biography: I am Nejbîr Elî. I am a linguistics lecturer at Rojava University and a member of the Kurdish Language Research Center at the same university. I completed my master's degree in "Language Policy and Planning" and am currently pursuing my doctoral studies in the same field. Abstract: Through this topic, we aim to explain the relationship between the Kurdish language and Kurdish identity in Syria, particularly within the context of political and social conditions. Issues surrounding the Kurdish language and identity have consistently been linked to cultural rights, mother-tongue education, and the recognition of the Kurdish presence; consequently, the Kurdish language serves as one of the most vital tools for preserving Kurdish identity in Syria. Since 2011, the status of the Kurdish language has evolved beyond the phase of prohibition; with the establishment of the Autonomous Administration, it has become one of the region's official languages. Even without formal recognition from major powers or states, it has been adopted for education and communication, and is now utilized in daily life as well as within social and military institutions. However, this recognition has remained at the local level; following the collapse of the Ba'ath regime, Syria is governed by the Interim Government—led by Ahmed al-Shari—which recognized the Kurdish language as a national language across Syria via Decree No. 13. Nevertheless, Kurdish identity is not defined solely by this factor; thus, certain challenges and obstacles persist.
Ridwan Mihemed Elî
Ridwan Mihemed Eli
Di Erdnigariyeke Parçekiri de Ziman û Nasname
Derçûyê Civaknasî Master di Civaknasîyê de Mamoste li Zanîngeha Kobanê Berpirsyarê Zanistên Civakî Hevserokê Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Kobanê Kurteya Pêşkêşiyê: “Ev lêkolîn li ser têkiliya di navbera ziman, nasname û erdnîgariya parçekirî de raweste. Di dîrokê de, dabeşkirinên siyasî û erdnîgarî, şer, koçberî û guherînên civakî bandor li ser zimanên zikmakî û awayên avakirina nasnameya kesane û kolektîf kirine. Ji ber vê yekê, ziman tenê amûra ragihandinê nîne, lê di parastina bîranîna kolektîf, çand û hesta girêdana bi civak û cografyayê re roleke girîng dilîze. Lêkolîn bi taybetî li ser rewşa civakên ku ji ber sînorên siyasî, koçberî û dabeşbûna erdnîgarî ji hev dûr ketine disekine. Di vê çarçoveyê de, Mezopotamya û civaka Kurd wekî mînakeke sereke tê nîqaşkirin. Tê lêkolînkirin ka dabeşbûna erdnîgarî û şertên siyasî çawa li ser bikaranîna zimanê zikmakî, veguhastina zimanê di nav nifşan de û avakirina nasnameya kolektîf bandor dikin. Herwiha, lêkolîn roleya koçberî û jiyana diasporayê di parastin an guherandina ziman û nasnameyê de dinirxîne. Armanc ew e ku bê dîtin ka ziman di şertên erdnîgariya parçekirî de çawa dikare bibe amûra parastina nasnameyê, bîranîna kolektîf û hesta girêdanê bi cografya û civaka xwe re. Di encamê de, lêkolîn hewl dide nîşan bide ku têkiliya ziman û nasnameyê ne tenê bi cografyayekê ve girêdayî ye, lê di şertên koçberî, dabeşbûna siyasî û civakî de dikare ji nû ve were avakirin û bê domandin. Pirsgirêka Lêkolînê Di erdnigariyeke ku ji aliyê sînorên siyasî, şer, koçberî û dabeşbûna civakî ve parçe bûye de, zimanê zikmakî û nasnameya kolektîf dikarin rastî gelek guhertinan bibin. Pirsgirêka sereke ya vê lêkolînê ev e ku bê fêmkirin: Dabeşbûna erdnîgarî û koçberî çawa bandorê li ser zimanê zikmakî û avakirina nasnameya civakî dikin, û ziman di şertên parçekirina erdnîgarî de çawa dibe serişteyek ji bo parastina nasnameyê? Ji aliyekî din ve, pirsgirêk li ser vê yekê jî disekine ku dûrbûna ji cografyaya bingehîn û ketina nav cografyayên cuda çawa dikare rê li ber guherîna zimanî, windakirina zimanê zikmakî an jî ji nû ve avakirina nasnameyê veke. Armanca Lêkolînê Armanca Sereke Armanca sereke ya vê lêkolînê ew e ku têkiliya di navbera ziman, nasname, koçberî û erdnîgariya parçekirî de were analîzkirin û bê zanîn ka dabeşbûna erdnîgarî çawa li ser parastin û guhertina zimanê zikmakî û nasnameya kolektîf bandor dike..”
Bachelor's Degree in Sociology Master's Degree in Sociology Faculty Member, Kobanê University Head of the Department of Social Sciences Co-Dean, Faculty of Social Sciences, Kobanê University Abstract: This study focuses on the relationship between language, identity, and fragmented geography. Historically, political and geographical divisions, wars, migration, and social changes have influenced local languages and the ways in which individual and collective identities are constructed. Therefore, language is not merely a means of communication; it also plays a vital role in preserving collective memory, culture, and the sense of attachment to society and geography. The study specifically focuses on the situation of communities separated by political borders, migration, and geographical division. In this context, Mesopotamia and the Kurdish community are examined as a significant case study. It investigates how geographical fragmentation and political conditions affect local language usage, intergenerational language transmission, and the construction of collective identity. The study also explores the role of migration and diaspora life in either preserving or transforming language and identity. The aim is to understand how language can serve as a tool for preserving identity, collective memory, and the sense of attachment to one's geography and society amidst conditions of geographical fragmentation. Ultimately, this study seeks to demonstrate that the relationship between language and identity is not solely dependent on geography but can also be reconstructed and preserved under conditions of migration and political or social division. Research Limitations In a geography fragmented by political borders, war, migration, and social division, the mother tongue and collective identity may undergo significant changes. The central question of this study is how geographical fragmentation and migration affect the mother tongue and the construction of social identity, and how language becomes a means of preserving identity under conditions of geographical fragmentation. Furthermore, the issue also focuses on how moving away from one's home region and entering different geographical areas can lead to linguistic change, the loss of the mother tongue, or the reconstruction of identity. Research Objective Primary Objective The primary objective of this study is to analyze the relationship between language, identity, migration, and geographical fragmentation and to determine how geographical fragmentation affects the preservation and transformation of the mother tongue and collective identity.
Hasan Gharibi
Hassan Gharibi Assistant professor Faculty of humanities and social sciences Department of psychology University of Kurdistan Sanandaj, Iran.
Hassan Gharibi Assistant professor Faculty of humanities and social sciences Department of psychology University of Kurdistan Sanandaj, Iran.
Jiyar Aghapouri
Axaftina li Seranserê Sînoran: Zimanê Kurdî, Diyaspora û Nasname li Erdnîgarîyeke Parçekirî
Dr. Jiyar Aghapouri serves as an Associate Professor of International Studies at the American University of Kurdistan and as the Director of the university's Center for Peace and Human Security. Holding a PhD in Politics and International Relations from the University of Auckland, Aghapouri has conducted research at the University of Oxford and the London School of Economics and Political Science. His research focuses on Kurdish and Middle Eastern diasporas, nationalism and transnationalism, migration and displacement, media and politics, and transnational repression. His work specifically examines how Kurdish identity is constructed and negotiated across borders through diaspora networks, media, and digital communication. He has published extensively on topics including the Kurdish diaspora, nationalism, gender, migration, and transnational politics. Kurteya Pêşkêşiyê: “Ev pêşkêşî têkiliya di navbera ziman, nasname û erdnîgariya dabeşkirî de bi rêya ezmûna dîyasporaya Kurdî vedikole. Dabeşkirina Kurdistanê di navbera dewletên cûrbecûr de civakên Kurd xistine bin bandora rejîmên siyasî û zimanî yên cûda, ku bûye sedema cûdahiya di zarava, çand û siyasetê de. Lê belê, koçberî û dîyasporayê qadên nû ji bo têkiliyê di navbera van civakên Kurd ên ku bi dîrokî ji hev veqetiyayî ne afirandine. Bi karanîna lêkolînên li ser neteweperwerî, medyayê û medyaya civakî, ev pêşkêşkirin vedikole ka ziman çawa di heman demê de wekî nîşanek aîdiyetê, amûrek ji bo parastin û berxwedana çandî, û zemînek danûstandinê di nav civatek cihêreng a navneteweyî de tevdigere. Pêşkêşî her weha giraniyek taybetî dide ser rola medyaya dîyasporayê û ragihandina dîjîtal di anîna Kurdan li seranserê sînorên erdnîgarî de di heman demê de cûdahiyên zimanî, herêmî û siyasî bêtir xuya dike.”
Dr Jiyar Aghapouri is Associate Professor of International Studies at the American University of Kurdistan and Director of its Center for Peace and Human Security. He holds a PhD in Politics and International Relations from the University of Auckland and has held research fellowships at the University of Oxford and the London School of Economics and Political Science. His research focuses on Kurdish and Middle Eastern diasporas, nationalism and transnationalism, migration and displacement, media and politics, and transnational repression. His work has examined how Kurdish identity is constructed and negotiated across borders, particularly through diaspora networks, media, and digital communication. He has published widely on Kurdish diaspora, nationalism, gender, migration, and transnational politics. Summary of the Presentation: This presentation examines the relationship between language, identity, and divided geography through the experience of the Kurdish diaspora. The territorial division of Kurdistan across several states has exposed Kurdish communities to different political and linguistic regimes, contributing to dialectical, cultural, and political differentiation. Yet migration and diaspora have created new spaces in which these historically separated Kurdish communities encounter one another. Drawing on research on Kurdish diaspora, nationalism, media, and social media, the presentation explores how language functions simultaneously as a marker of belonging, a means of cultural preservation and resistance, and a site of negotiation within a diverse transnational community. Particular attention is given to the role of diaspora media and digital communication in reconnecting Kurds across territorial boundaries while also making linguistic, regional, and political differences more visible.
Yûsûf Siyahtaş
Yusuf Siyahtas
Di erdnîgariya civakên almanîaxêv de ziman û nasname: Ceribandineke berawirdkirinê bi zimanê kurdî
Yusuf Siyahtaş (Usiv) * Bûyîn: Di sala 1995an de li gundekî Qûbînê (Beşîrî) ji dayik bûye. * Perwerde: Xwendina xwe ya heya zanîngehê di dibistan û lîseyên li ser wargehan de derbas kiriye. Piştî lîseyê, li Zanîngeha Enqereyê Beşa Derûnnasiyê qedandiye. * Qadên Eleqeyê: Têkiliya ziman û zanistê, rêziman û pitik-gede, geşedanî û ziman, bandora nörobiyolojik a ziman li ser kesayet û "Ezî"yê (Ego) xalên sereke yên ku ew li ser hûr dibe ne. * Xebatên Ziman û Terapî: Piştî zanîngehê, ji bo ku zimanê Kurdî di terapiya devkî de cih bigire, piştevaniyê dide lîteratûra Kurdî. * Jiyana li Avusturyayê: Di sala 2023an de derbasî Avusturyayê dibe. Li wir bi riya bernameya Erasmusê fêrî zimanê Almanî dibe û piştî projeyê, li klînikeke ku nexweşên psîkiyatrîk lê dimînin dest bi kar dike. * Pisporî: Li Avusturyayê dest bi pîşeyê dermankirin û perwerdekirina Travmayê dike û ji îlona 2026an ve wekî pisporê travmayê dixebite. Kurteya Pêşkêşiyê: “Xala Dîrokî, Diyalektîka Ziman û Felsefeyê, Germanîkbûn û Kurdiaxêvbûn di Zaravayan de Di Çanda Almanî de: Dewletbûna siyasî ya Almanan (mînak: di sedsala 19an de) dereng ket. Ji ber wê yekê, pênasekirina Almanbûnê ne li ser sînorên dewletê, li ser "Kulturnation" (Miyeta Çandî) û zimanê hevpar hat avakirin. Wergera Încîlê ya Martin Luther û xebatên Birayên Grimm zimanê standart yê Almanî kir bingeha nasnameyê. Di Çanda Kurdî de: Kurdan jî mîna Almanan di dîrokê de dewleteke mîllî ya navendî û yekbûyî nebûne. Ji ber vê yekê, zimanê Kurdî bûye stûna herî sereke ya parastina nasnameyê. Ziman ji bo Kurdan ji navgîneke ragihandinê zêdetir, bûye "sînor û welatê" wan ê çandî. Lênêrîna Felsefî): Humboldt dibêje "Ziman cîhanbîniya (Weltanschauung) gel e." Zimanê ku em diaxivin, sînorên raman û nasnameya me diyar dike. Noam Chomsky, Jacques Lacan Almanî: Zimanekî ku avahiya wî pir sîstematîk, bi peyvên hevdudani (Komposita) dewlemend û dabeşkirinên mentiqî di felsefeyê de hêsan dike. Kurdî: Zimanekî xwedî çandeke devkî ya dewlemend, metaforîk û hestyarî ye ku têkiliya mirovan bi erd, malbat û rasterast bi ezmûnên jiyanê re bi awayekî kûr rave dike. Dîyalekt (Zarava) di Almanî de: Li welatên ku bi Almanî diaxivin (Almanya, Avusturya, Swîsre), zaravayên local (Bayerisch, Schwäbisch, Schwiizertüütsch hwd.) pir xurt in. Di van herêman de axaftina bi zaravayan nîşana "nasnameya herêmî û girêdana bi koka xwe re" ye, lê li ser wan sîwana Almaniya Standart (Hochdeutsch) heye. Zarava di Kurdî de: Kurdî ji zaravayên dewlemend ên wekî Kurmancî, Soranî, Zazakî/Kirmanckî, Hewramî hwd. pêk tê. Di nav Kurdan de xwedîderketina li zaravayan rasterast girêdayî zindîhiştina nasnameya etnîkî û çandî ye.”
Birth: Born in 1995 in a village in Qûbîn (Beşîrî). Education: Completed schooling up to the university level in boarding schools. After high school, graduated from the Department of Psychology at Ankara University. Areas of Interest: Key areas of focus include the relationship between language and science, grammar and early childhood development, the link between language and developmental processes, and the neurobiological impact of language on personality and the "self" (ego). Language and Therapy Work: Following university, has contributed to Kurdish literature with the aim of integrating the Kurdish language into verbal therapy. Life in Austria: Moved to Austria in 2023. There, I learned German through the Erasmus program and, following the project, began working at a clinic for psychiatric patients. Specialization: Began a professional career in trauma treatment and education in Austria and has been working as a trauma specialist since September 2026. Abstract: There will be 3-4 points: the historical aspect, the dialectic of language and philosophy, and the nature of German and Kurdish within their respective dialects. In German culture, the political state-formation of the Germans (e.g., in the 19th century) was delayed. Consequently, the definition of "Germanness" was not based on state borders but on the concept of a *Kulturnation* (cultural nation) and a shared language. Martin Luther’s translation of the Bible and the works of the Brothers Grimm established the standard German language as the foundation of identity. In Kurdish Culture: Like the Germans, Kurds have historically lacked a centralized, unified national state. Therefore, the Kurdish language has become the primary pillar for preserving their identity. For Kurds, language is more than just a means of communication; it has become their cultural "border and homeland." Philosophical Perspective: Humboldt states, "Language is the worldview (*Weltanschauung*) of a people." The language we speak defines the boundaries of our thought and identity. Noam Chomsky, Jacques Lacan. German: A language characterized by a highly systematic structure, a wealth of compound words (*Komposita*), and logical classifications that facilitate philosophical inquiry. Kurdish: A language possessing a rich, metaphorical, and emotive oral culture that profoundly articulates the human connection to the land, family, and direct life experiences. Dialects in German: In German-speaking countries (Germany, Austria, and Switzerland), local dialects (Bavarian, Swabian, Swiss German, etc.) are very strong. In these regions, speaking in dialect signifies "regional identity and a connection to one's roots," yet Standard German (*Hochdeutsch*) exists as an overarching standard. Dialects in Kurdish: Kurdish comprises rich dialects such as Kurmanji, Sorani, Zazaki/Kirmancki, Hawrami, etc. Among Kurds, embracing these dialects is directly linked to the preservation of ethnic and cultural identity.
Nisrîn Silêman
Nisrin Sileman
Serboriyên Zayendî di Pêvajoya Qirkirina Civakî de
Kurtejiyan Nisrîn Silêman 23 salî ye û ji bajarê Kobaniyê ye. Li Zanîngeha Kobaniyê, Fakulteya Wêjeyî, Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî xwendiye û bawernameya xwe ya lîsansê wergirtiye. Niha xwendekara mastera Jineolojiyê li Zanîngeha Qamişloyê ye. Her wiha li Zanîngeha Kobaniyê wek mamoste dixebite. Kurteya Pêşkêşiyê: “Ev pêşkêşî li ser serboriyên zayendî di çarçoveya qirkirina civakî de disekine. Armanca wê analîzkirina têkiliya di navbera zayend, tundûtûjî, nasname û qirkirina civakî de ye. Di şer û qirkirinê de jin dikarin rastî gelek awayên cuda ên tundûtûjiyê, wekî kuştin, revandin, tecawuz, koletiya zayendî û zewaca bi zorê, werin. Ev lêkolîn nîşan dide ku tundûtûjiya zayendî ne tenê bandorê li ser kesê ferdî dike, lê dikare li ser malbat, nasname, serborî û avahiya civakî jî bandorê bike. Herwiha, lêkolîn balê dikişîne ser serboriyên jinên Kurd û jinên Êzidî û li ser rola wan di parastina nasname û serboriyên civakî de radiweste. Di encamê de, lêkolîn pêşniyar dike ku di lêkolînên li ser qirkirinê de perspektîfa zayendê bê hesibandin û dengê jinan wekî çavkaniyeke girîng a dîrok û serboriyên civakî bê nirxandin. Her wiha ew rola jinan di berxwedan, parastin û avakirina civakê de nîşan dide.”
Biography: Nisrin Suleiman is 23 years old and originally from the city of Kobani. She studied at Kobani University—specifically in the Faculty of Literature, Department of Kurdish Language and Literature—and obtained her bachelor's degree. She is currently a master's student in Jineology at Qamishlo University. Additionally, she works as a teacher at Kobani University. Abstract: This presentation focuses on gendered experiences within the context of social genocide. Its aim is to analyze the relationship between gender, violence, identity, and social genocide. During war and genocide, women may be subjected to various forms of violence, such as killing, abduction, rape, sexual slavery, and forced marriage. This study demonstrates that gender-based violence affects not only the individual but also the family, identity, lived experiences, and social structure. Furthermore, the study highlights the experiences of Kurdish and Yazidi women and examines their role in preserving identity and social narratives. Ultimately, the study proposes that a gender perspective be incorporated into research on genocide and that women's voices be valued as a crucial source for understanding history and social experiences. It also illustrates the role of women in resistance, protection, and the building of society.
Nazand Bekîkanî
Nazand Bekikani
Sabrîn Husseîn Alî
Sabrin Hussein Ali
Rola Rêxistinên Civaka Sivîl di Pêşxistina Dadperweriya Zayendî de li Herêma Kurdistanê
Kurtejiyan: Ew çalakvanek mirovî ye û niha wekî Karmenda Peywendiyan li Rêxistina Hêzdarkirina Jinan (WEO) dixebite, ku wê sê sal tecrubeya xebatê li NGOyan bi dest xistiye. Bi rêya karê xwe, ew bi xebatên xizmetguzariya civakî, hişyarkirina jinan û çalakiyên têkildarî hêzdarkirina jinan û wekheviya zayendî re mijûl bûye. Ew her wiha beşdarî gelek komxebat, çalakî û înîsîyatîfên ku li ser wekheviya zayendî û mafên jinan hûr bûne bûye. Tecrubeya wê eleqeya wê ya ji bo pêşxistina edaleta zayendî û piştgiriya civakên berfirehtir û wekhev, bi taybetî li Herêma Kurdistanê, xurt kiriye. Kurteya Pêşkêşiyê: Dadperweriya zayendî hêmaneke bingehîn a pêşveçûna berfireh û domdar e, bi taybetî di civakên ku rûbirûyê kêşeyên civakî, aborî û siyasî dibin. Li Herêma Kurdistanê ya Iraqê, rojeva "Jin, Aştî û Ewlekarî" (WPS) û pêkanîna "Plana Çalakiyê ya Neteweyî" (INAP) beşdarî pêşxistina maf, beşdarbûn, parastin û bihêzkirina jinan bûne. Ev pêşkêşî rola rêxistinên nehiqumetî (NGO) û rêxistinên civaka sivîl (CSO) di pêşvebirina edaleta zayendî û piştgiriya pêkanîna ajandaya WPS li Herêma Kurdistanê de vedikole. Di pêşkêşiyê de bikaranîna encamên Nirxandina Plana Çalakiyê ya Neteweyî ya Duyemîn a Kurdistan-Iraqê (INAP II) ji bo UNSCR 1325 (2021-2024), bal dikişîne ser ka NGO çawa bi rêya hişyarkirinê, parêzvaniyê, avakirina kapasîteyê, tevlêbûna civakê û karûbarên piştgiriyê ji bo jin û keçan beşdar dibin. Nirxandin, balê dikişîne ser pêşketinên di beşdariya jinan a biryardanê, mekanîzmaya parastinê, berçavgirtina perspektîfa zayendî û hevkariya di navbera saziyên hikûmetê, NGOyan, rêxistinên navneteweyî, mîsyonên dîplomatîk û civaka sivîl de. Her wiha girîngiya xizmetên wekî stargeh û xetên telefonê yên taybet di bersivdayîna tundiya li dijî jinan û baştirkirina gihîştina parastin û piştgiriyê de dide ber çavan. Di heman demê de, hîn jî pirsgirêk hene, di nav de çavkaniyên sînordar, astengiyên civakî û çandî, tundiya li ser bingeha zayendî, kêmasiyên di hevrêziyê de û dijwariyên di veguherandina polîtîkayan bo pêkanîna bi bandor de. Di pêşkêşiyê de dê bê nîqaş kirin ka çawa hevkariya xurttir di navbera NGOyan, saziyên hikûmetê, civakan û çêkerên polîtîkayê de dikare edaleta zayendî xurt bike. Beşdariya jinan û hêsaniya/asaniya derûncivakî. Her wiha dê ji INAP II dersan derxin ku bikarin berdewamiya bicihkirina INAP II (2024-2028)yê bikin û beşdariyê li avakirina civakeke berfirehtir û bihestiyar li hember cudahiyên zayendî li Herêma Kurdistanê bike.
Biography: I am a humanitarian activist and currently work as an Outreach Officer at the Women Empowerment Organization (WEO), where I have gained three years of experience working within the NGO sector. Through my work, I have been engaged in community outreach, awareness-raising, and activities related to women’s empowerment and gender equality. I have also participated in various workshops, events, and initiatives focused on gender equality and women’s rights. My experience has strengthened my interest in promoting gender justice and supporting more inclusive and equitable communities, particularly in the Kurdistan Region. Abstract The Role of NGOs in Promoting Gender Justice in the Kurdistan Region Gender justice is an essential component of inclusive and sustainable development, particularly in societies experiencing social, economic, and political challenges. In the Kurdistan Region of Iraq, the Woman, Peace and Security (WPS) agenda and the implementation of the National Action Plan (INAP) have contributed to advancing woman’s rights, participation, protection, and empowerment. This presentation explores the role of non-governmental organization (NGOs) and civil society organizations (CSOs) in promoting gender justice and supporting the implementation of the WPS agenda in the Kurdistan Region. Drawing on findings from the Assessment of the Kurdistan-Iraq Second National Action Plan (INAP II) for UNSCR 1325 (2021-2024), the presentation examines how NGOs contribute through awareness-raising, advocacy, capacity building, community engagement, and support services for woman and girls. The assessment highlights progress in woman’s participation in decision-making, protection mechanism, gender mainstreaming, and collaboration among government institutions, NGOs, INGOs, diplomatic missions, and civil society. It also demonstrates the importance of services such as shelters and hotlines in responding to violence against woman and improving access to protection and support. At the same time, challenges remain, including limited resources, social and cultural barriers, gender-based violence, gaps in coordination, and difficulties in translating policies into effective implementation. The presentation will discuss how stronger cooperation among NGOs, government institutions, communities, and policymakers can strengthen gender justice. Woman’s participation, and psychosocial wellbeing. It will also highlight lessons from INAP II that can inform the continued implementation of INAP II (2024-2028) and contribute to a more inclusive and gender-responsive society in the Kurdistan Region.
Dileen Sardar Zuhdi Al-Noorî
Dileen Sardar Zuhdi Al-Noori
Ziman û Nasname: Rêya ber bi Hevsengiya Zayendî û Dadperweriya Civakî ve di çarçoveya wêrankirina civakî de
Kurtejiyan: Rêvebera Navenda Lêkolînên Wekheviya Zayendî û Endama Akademîk li Zanîngeha Duhokê (UoD) Dileen Zuhdî mamosteya Hiqûqa Giştî ye li Zanîngeha Duhokê ye. Ew xwendekara doktorayê ye û di warê hiqûqa destûrî de pisporiyê dike; wê di sala 2015an de bawernameya masterê di hiqûqa giştî de (bi pisporiya hiqûqa destûrî) ji Zanîngeha Îskenderiyeyê ya Misirê wergirtiye. Herwiha, wê di sala 2006an de bawernameya lîsansê di warê Hiqûq û Polîtîkayê de ji Zanîngeha Duhokê bi dest xistiye. Zuhdî li her du zanîngehên Duhok û Zaxoyê xwedî gelek berpirsyariyên îdarî ye. Li gel erkê xwe yê akademîk ê niha li Zanîngeha Zaxoyê, ew wekî cîgira rêveberê Rêxistina Navneteweyî ya "Hanasa Plus" ji bo Parastina Jîngehê kar dike. Wekî din, wê li Herêma Kurdistanê wekî şêwirmenda karsaziyê ji bo rêxistina Almanî ya GIZ (Deutsche Gesellschaft für Internationale Zusammenarbeit) kar kiriye. Zuhdî endameke akademîk û lêkolînereke çalak e. Xebatên wê balê dikişînin ser mijarên mafên mirovan û wê gelek gotarên akademîk di warên navneteweyî û akademîk de derbarê mijarên zarok û jinan de weşandine. Her wiha, ew beşdarî gelek forum, çalakî û perwerdeyên navneteweyî, herêmî û xwecihî yên ku di derbarê mijarên hiqûqî û mafên mirovan de ne bûye. Kurteya Pêşkêşiyê: Ev gotar têkiliya dînamîk a di navbera nasnameya takekesî û kolektîf de ji perspektîfeke derûnî û bi rêya perspektîfa dînamîkên zayendî di çarçoveyên hilweşîna civakî de vedikole. Di demên veguherîna civakî de, şêweyên newekheviyê kûrtir dibin, bi awayekî nehevseng bandorê li komên marjînalîzekirî dikin û gefan li aramiya nasnameya kolektîf dixwin. Ziman ne tenê amûrek e ji bo îfadekirina trawmayê û parastina nasnameya çandî; ew di heman demê de amûrek veguherîner e ji bo bidestxistina edaleta civakî. Bi analîzeke rexneyî ya li ser vegotinên zayendî çawa teşe didin bîr û berxwedana kolektîf, ev gotar nîşan dide ka ziman çawa dikare li dijî avahiyên desthilatdariyê yên cudakar derkeve û nasnameyê piştrast bike. Bidestxistina edaleta civakî ya rasteqîn, pêdivî bi tevlîkirina hevsengiya zayendî di nav vegotinê û çarçoveyên başbûna piştî-krîzê de heye. Wek encam, ev rûniştin girîngiya hêzdarkirina temsîliyeta zimanî û avakirina nasnameyê, ji nû ve xwestina mafan û ji nû ve avakirina civakên hevgirtî û dadperwer li hemberî parçebûna civakî radixe ber çavan.
Biography: Mrs. Dileen Sardar Zuhdi Al-Noori Director of center for gender equality studies & Academic member at University of Duhok (UoD) Mrs. Dileen Zuhdi is a lecturer of Public Law at the University of Duhok(UoD). She is a PHD student specializing in constitution law, She had a master degree in public law, specialized in Constitutional Law, from the University of Alexandria in Egypt in 2015 . Furthermore, she received a BA degree in Law and Politics from the University of Duhok in 2006. Mrs. Zuhdi has held several administrative positions at both University of Duhok and University of Zakho. Beside her current academic position at the latter University, she is working as a vice director of Hanasa Plus international Organization for Environment Protection. Furthermore,she has worked as a business consultant for the German organization of GIZ (Deutsche Gesellschaft für Internationale Zusammenarbeit) in Kurdistan Region. Mrs. Zuhdi is an active academic member and researcher. Her interesting work focuses on human rights issues and she published many academic articles in the international and academic fields on children and women’s issues. She also has participated in many international, regional and local forums, activities, training,on legal and human rights topics. Abstract This paper explores the dynamic interplay between individual and collective identity from a psycholinguistic perspective and through the lens of gender dynamics in contexts of social disintegration. During periods of societal transition, forms of inequality deepen, disproportionately affecting marginalized groups and threatening the stability of collective identity. Language is not merely a means of expressing trauma and preserving cultural identity; it is also a transformative tool for achieving social justice. Through a critical analysis of how gendered narratives shape collective memory and resilience, this paper illustrates how language can challenge discriminatory power structures and affirm identity. Achieving genuine social justice requires incorporating gender balance into discourse and post-crisis recovery frameworks. Ultimately, this session highlights the importance of empowering linguistic representation and identity-building, reclaiming rights, and rebuilding cohesive and just societies in the face of social disintegration.
Nûrgul Çokgezîcî
Nurgul Cokgezici
Ziman, Çand, Nasname û Êş: Ber bi Etnopsîkiyatriyê ve Rêwîtiyeke Navdîsîplînî
Kurtejiyan: Prof. Dr. Nurgul Çokgezici Erkedarê Hîndekariyê li Zanîngehê, Etnoderûnnas, Derûnnasa Transkulturel, Navbeynkara Ziman û Çandê, Pedagog û Krîmînolog Di sala 1984’an de li navçeya Bazarcix a Kurdistanê ji dayik bû; di neh saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Mîlanoyê kir. Li UNIUMA – Milano Umanitaria perwerdeya Navbeynkariya Ziman û Çandê qedand; paşê xwendina xwe di qada Zimannasiya Nûjen de domand û îro li heman saziyê wek erkedarê hîndekariyê dixebite. Di xebatên xwe de zimannasî, derûniya transkulturel û etnopsîkiyatriyê bi hev re dixe nav têkiliyê û têkiliyên di navbera ziman, nasname, koç û avahiya derûnî de vedikole. Li dibistanan projeyên tevlêker meşandiye; li dadgeh, nexweşxane û komîsyonên parastina navneteweyî, wek navbeynkara ziman û çandê û wergêra sondxwarî bi koçber û penaberan re xebitiye. Di qada mafên mirovan de jî çalak e. Ew dayika sê keçan e. Di bingeha nêzîkatiya wê de ev raman heye ku êşa derûnî ya mirov nikare ji ziman, çand û bîranînên wî veqetandî bê fêmkirin. Pirsa ku rêberiya xebatên wê dike ev e: Dema ku zimanek, nasnameyek an bîranînek bêdeng tê hiştin, di cîhana derûnî ya mirov de çi diqewime? Kurteya Pêşkêşiyê: Ev pêşkêşî têkiliya di navbera ziman, nasname, bîr, desthilatdarî û êşa derûnî de bi nêrîneke navdîsîplînî vedikole. Dema ku ezmûna Kurdî wek qadeke taybet a çavdêriyê dixe navendê, di heman demê de wê di çarçoveyeke berawirdî de bi ezmûnên koçê û kêmîneyên zimanî yên civakên Amerîkaya Latîn, Afrîka, Asya û dîasporayê re dide ber hev. Pirsa bingehîn ev e: Dema ku zarokek pê dihese ku zimanê ku bi wê dayika xwe nas kiriye, bi zimanê ku ji bo ketina dibistanê û civakê neçar e bi kar bîne re ne xwedî heman nirxî ye, di hişê wî de çi diqewime? Zimanê ku li malê tê wateya evîn, malbat û aîdiyetê, li derveyî malê dikare bibe sedema aksanê, şermê an jî xeterê. Bi vî awayî, heman ziman dikare di heman demê de hem bibe çavkaniya serbilindiyê hem jî çavkaniya şermê. Pêşkêşî vê pêvajoyê di çarçoveya derûnzimannasî, derûniya civakî, antropolojî û etnopsîkiyatriyê de vedikole. Têgeha sermayeya sembolîk a Bourdieu alîkariya me dike ku em hiyerarşiyên zimanî fam bikin; Fanon alîkariya me dike ku em fam bikin bê ka bêqîmetkirina civakî çawa tê hundirînkirin; Devereux jî alîkariya me dike ku em fam bikin ku çavdêr tu carî bi temamî bêalî nîne. Bi taybetî li ser veguhastina bêdengiyê tê rawestan: heta ku zimanek bi eşkereyî neyê qedexekirin jî, dema ku ew di qada giştî de tê terikandin, veşartina wî û sînordarkirina wî tenê bi nav malê ve jî dikare ji nifşekî derbasî nifşekî din bibe. Armanc ne ew e ku ziman li hember hev bên danîn; armanc ew e ku zimanê Kurdî wek qadeke lêkolînê ya ji aliyê zanistî ve watedar bê nirxandin. Texmîna bingehîn ev e: dema ku zimanek birîndar dibe, ne tenê peyv, lê bîra mirov, malbata wî û têkiliya ku ew bi xwe re ava dike jî dikarin birîndar bibin; û dema ku ew ziman dîsa bê tirs tê axaftin, parçeyek ji kesayetiyê jî dikare vegere.
Biography: University Lecturer, Ethnopsychologist, Transcultural Psychologist, Language and Cultural Mediator, Educator, and Criminologist Born in 1984 in the Pazarcık district of Kurdistan, she emigrated to Milan with her family at the age of nine. She completed her training in Language and Cultural Mediation at UNIUMA (Milan Umanitaria), pursued further studies in Modern Linguistics, and currently works as a lecturer at the same institution. Her work integrates linguistics, transcultural psychology, and ethnopsychiatry to examine the relationships between language, identity, migration, and the psyche. She has led inclusion projects in schools and worked with migrants and refugees as a mediator and sworn interpreter in courts, hospitals, and international protection commissions. She is also active in the field of human rights. She is a mother of three daughters. Her approach is grounded in the belief that psychological suffering cannot be understood in isolation from an individual's language, culture, and memory. The question guiding her work is: What happens to a person's inner world when a language, an identity, or a memory is silenced? Abstract: This presentation examines the relationship between language, identity, memory, power, and psychological suffering through an interdisciplinary lens. While centering the Kurdish experience as a privileged site of observation, it situates this experience within a comparative framework alongside the realities of migration and linguistic minorities from Latin America, Africa, Asia, and diaspora communities. The fundamental question is this: what happens in a child’s mind when they realize that the language through which they know their mother does not hold the same value as the language they must use to enter school and society? The language that signifies love, family, and belonging at home can transform into a source of accent, shame, or danger in the outside world. Thus, the very same language becomes a source of both pride and shame. The presentation explores this process through the disciplines of psycholinguistics, social psychology, anthropology, and ethnopsychiatry. Bourdieu’s concept of symbolic capital helps us understand linguistic hierarchies; Fanon illuminates how social devaluation is internalized; and Devereux helps us grasp that the observer is never neutral. Particular emphasis is placed on the transmission of silence: even if a language is not explicitly banned, the act of abandoning it in the public sphere—and the practice of concealing it or confining it solely to the home—can be passed down from generation to generation. The aim is not to pit languages against one another, but to treat Kurdish as a scientifically significant field of inquiry. The underlying premise is that when a language is wounded, it is not merely words that are injured, but also a person’s memory, their family, and their relationship with themselves; conversely, when that language is once again spoken without fear, a part of the self may be restored.
Jiyan Ay Subaşi
Jiyan Ay Subasi
Kurtejiyan: Jiyan Ay Subaşi derûnnasa klînîkê ye. Bi zarok, ciwan, mezin û malbatan re di warê psîkoterapiyê de dixebite. Di xebatên xwe de ji terapiya lîstikê, terapiya venasînî û reftarîyê û terapiya şemayê sûd werdigire. Di saziyên sîvîl de bi dilxwazî xebat dimeşîne. Ew endama rêveberiya DER-MEZê ye û xebatên xwe bi nêzîkatiyeke çandî, civakî û mafparêz dimeşîne. Di heman demê de ji 2017an vir ve di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de di xebatên hîndekariya kurdî de cih digire.
Şahap Eraslan
Sahap Eraslan
Veguhestina ji zimanê zarokan bo zimanê dayikê û ji zimanê dayikê bo zimanê bav
Kurtejiyan: Şahap Eraslan li Tirkiyeyê ji dayik bûye û perwerdehiya xwe li Almanya domandiye. Piştî xwendina beşa derûnnasiyê, wî etnolojî xwendiye. Di terapiya hevjînan û malbatê û hîpnoza klînîkî de pispor e û di çarçoveya psîkoterapiya zarok û ciwanan de perwerdehiya terapiya reftarî û nasnameyî wergirtiye. Piştî qedandina perwerdehiya xwe ya psîkoanalîzê, ew li ser koçberî, ziman, nasname, aîdiyet û veguhestina nifşan hûr bûye. Niha li Berlînê wekî psîkoanalîst, analîstê perwerdehiyê û çavdêr dixebite; di nivîsên xwe yên bi almanî û tirkî de, ew diyardeyên çandî ji perspektîfek psîkoanalîtîk vedibêje.
Biography: Here is how I am introduced: Şahap Eraslan was born in Turkey and pursued his education in Germany. After studying psychology, he studied ethnology; he specialized in couples and family therapy as well as clinical hypnosis, and received training in behavioral and cognitive therapy within the scope of child and adolescent psychotherapy. Upon completing his psychoanalytic training, he focused his work on migration, language, identity, belonging, and intergenerational transmission. He currently works in Berlin as a psychoanalyst, training analyst, and supervisor; in his writings in both German and Turkish, he examines cultural phenomena through a psychoanalytic lens. Abstract: A human being's first language is "baby-talk." Baby-talk is less the language spoken *by* the baby than the language the baby compels the adult to speak: to be understood, the adult alters their tone of voice, slows the rhythm of speech, and makes words sound endearing. It is a language of gazes, touch, scent, crying, and bodily proximity—and the rules of this language are set by infancy. The first "foreign" language a child learns is the mother tongue; for initially, beyond mere words, the child begins to name and make sense of the world they inhabit through the mother's language. The mother tongue is the language acquired through emotion, trust, and daily life within the primary relationship the child establishes with their mother. With the onset of school age, the child transitions into a more rule-bound, symbolic, and pedagogical linguistic realm—the language of education, or metaphorically, the "father tongue." If the mother tongue and the language of education complement one another, this transition is experienced not as a rupture, but as a linguistic expansion and continuity. In societies where the mother tongue is banned or devalued, the language of instruction ceases to be merely a tool for learning; it can become the language of oppression and the oppressor. As the child learns about the world, knowledge, the universe, prayer, and abstract concepts through this language, they simultaneously internalize the disdain directed at their own mother tongue. Thus, the language that nurtures them also carries a toxic element: learning and emotional injury enter the child through the same linguistic channel. This situation can evolve into an internal conflict for the child; establishing a sense of wholeness between the emotional belonging represented by the mother tongue and the public world represented by the language of instruction can become exceedingly difficult.
Candan Hemî
Candan Hemi
Mînakên ji Erdnîgariyên Cûda yên Li Ser Koçberî, Nasname û Zimanê Zikmakî
Kurtejiyan: Candan Hemî ji bajarê Kobanê ye. Derçûya beşê ziman û wêjeya kurdî ye. Niha di Zanîngeha Kobanîyê de semînervan e û xwendekara mastera kurdî û mastera jineolojî ye. Her wiha xwendekara peymangeha bilind ya ragihandinê ye, di pergala xwendina vekirî de Di encamê de, lêkolînê destnîşan dike ku parastina zimanê zikmakî bi girêdana malbatê, perwerdeya pirzimanî û çalakiyên civakî û çandî re têkiliyek xurt heye. Tecrûbeya Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê û koçberên Sûrîyayê nîşan dide ku ziman ne tenê alava ragihandinê ye, lê di parastin û nûavakirina nasnameya kesane û kolektlfî de roleke bingehîn dilîze.” Kurteya Pêşkêşiyê “Ev lêkolîn têkiliya di navbera koçberî, nasname û zimanê zikmakî de vedikole. Armanca sereke ya lêkolînê ew e ku were nîşandan ka koçberî çawa bandorê li ser parastin an guherîna nasnameya civakî û bikaranîna zimanê zikmakî dike. Lêkolîn bi taybetî li ser tecrûbeya Kurdên Rojavayê Kurdistanê û koçberên Sûrîyayê di vê serdemê de radiweste û mînakên ji erdnîgariyên cuda, bi taybetî Ewropa û welatên cîran, berawird dike. Di vê lêkolînê de zimanê Kurdî û Erebî wek hêmanên sereke yên nasnameya çandî tên nirxandin. Herwiha, rola malbatê, dibistanê û saziyên civakî di parastina zimanê zikmakî û veguhestina wê ji nifşekê bo nifşekî din tê vekolîn. Lêkolîn nîşan dide ku koçberî dikare hem bibe sedema guherîna bikaranîna zimanê zikmakî û hem jî şertên nû ji bo xurtkirina nasnameya çandî çêbike.
Biography: Candan Hemi is from the city of Kobani. She is a graduate of the Kurdish Language and Literature department. Currently, she is a seminar instructor at the University of Kobani and is pursuing master's degrees in Kurdish studies and Jineology. She is also a student at the Higher Institute of Media, studying via the open education system. Ultimately, the research indicates a strong link between the preservation of the mother tongue and factors such as family ties, multilingual education, and social and cultural activities. The experience of Kurds from Western Kurdistan and Syrian migrants demonstrates that language is not merely a tool for communication but plays a fundamental role in preserving and reconstructing both individual and collective identities. Abstract: This study explores the relationship between migration, identity, and the mother tongue. Its primary aim is to demonstrate how migration influences the preservation or transformation of social identity and the use of the mother tongue. The study focuses specifically on the experiences of Kurds from Western Kurdistan and migrants from Syria during this period, comparing examples from various regions, particularly Europe and neighboring countries. In this study, the Kurdish and Arabic languages are examined as key elements of cultural identity. Furthermore, the roles of family, school, and social institutions in preserving the mother tongue and transmitting it from one generation to the next are investigated. The study reveals that migration can lead to changes in mother-tongue usage while simultaneously creating new conditions for strengthening cultural identity.
Hawraman Kerim
Zimanê Dayikê û Nasnameya Neteweyî
Kurtejiyan: Hawraman Karim lêkolîner, pisporê pratîkê û mamosteyê Zanîngeha Silêmaniyê ye; ew di warên bîra kolektîf, avakirina neteweyê û trawmaya civakî ya piştî komkujiyê de pispor e. Ew xwediyê bawernameya Masterê ye di warê "Bîra Kolektîf a Jenosîda Helebceyê" de ji Zanîngeha Tehranê, û lêkolînên wî li ser serpêhatiyên civakên koçberbûyî û qurbaniyên zordariyên hovane yên komî ne. Ew niha wekî Rêveberê Projeya Bîra Kolektîf a Jenosîda Helebceyê kar dike û pêvajoya dîroka devkî ya koçberiya mezin a Kurdan a sala 1991ê birêve dibe. Karim beşdarekî çalak e di çarçoveyên cîhanî yên pêşîlêgirtina zordariyên hovane de; ew di salên 2025/2026an de wekî Hevalê Akademîk ê "Charles E. Scheidt" li Enstîtuya Pêşîlêgirtina Jenosîd û Zordariyên Hovane yên Komî li Zanîngeha Binghamtonê kar dike. Herwiha, ew ji bo sala 2025an bûye xwediyê derfeta lêkolînê û statuya akademîsyenê mêvan li Zanîngeha Durhamê. Digel erkên xwe yên akademîk, ew edîtorê Kovara "Iranology Journal" e û nivîskarê gelek berhemên ku dadwerî, bîr û nasnameya neteweyî li Herêma Kurdistanê lêkolîn dikin.
Hawraman Karim is a scholar-practitioner and Lecturer at the University of Sulaimani, specializing in collective memory, nation-building, and post-genocide societal trauma. Holding an MA in the Collective Memory of the Halabja Genocide from the University of Tehran, his research on the lived experiences of displaced communities and victims of mass atrocities. He currently serves as the Project Manager of the Halabja Genocide Collective Memory Project and directs the oral history of the 1991 Kurdish exodus. Karim is an active contributor to global atrocity prevention frameworks, serving as a 2025/2026 Charles E. Scheidt Faculty Fellow at Binghamton University’s Institute for Genocide and Mass Atrocity Prevention. Furthermore, he was awarded a 2025 Visiting Scholarship and Research Fellowship at Durham University. Alongside his academic appointments, he is the Editor of the Iranology Journal and the author of numerous publications examining justice, memory, and national identity in the Kurdistan Region. Dr. Hawraman Karim * Lecturer at the University of Sulaimani Hawraman Karim - Google Scholar * Charles E. Scheidt Faculty Fellow in Atrocity Prevention at Binghamton University’s Institute for Genocide and Mass Atrocity Prevention (I-GMAP) * Awarded Visiting Scholarship supported by The British Institute for the Study of Iraq - BISI * Awarded Mini-grant: How to deal with Halabja Genocide Memorial Sites How to deal with Halabja Genocide Memorial Sites | The Nahrein Network - UCL – University College London https://www.ucl.ac.uk/nahrein/current-work/mini-grant-projects/how-deal-halabja-genocide-memorial-sites * Fellow Researcher at Durham University / September - November 2025 * Online Exhibition: https://halabjagcm.com/ Recent Publication: Paper * Karim HF, Baser B. Collective Memory in Post-Genocide Societies: Rethinking Enduring Trauma and Resilience in Halabja. Review of Middle East Studies https://doi.org/10.1017/rms.2022.25 * SOCIAL MEDIA AND SOCIAL RELATIONSHIPS: A CASE STUDY IN KURDISTAN SOCIETY | Applied Computer Science DOI: https://doi.org/10.23743/acs-2018-19 In Kurdish: * - Karim, H. F. and Mohammad, M. H. (2024) “Classical Sociologists’ View of the Nation and Basic Paradigms About the Origin of the Kurds”, KOYA UNIVERSITY JOURNAL OF HUMANITIES AND SOCIAL SCIENCES, 7(2), pp. 1–14. https://doi.org/10.14500/kujhss.v7n2y2024.pp1-14 *- سیاسەت و نەتەوەسازی لە هەرێمی كوردستاندا Books: 1- Insufficient Nation-Building: Collective Memory and Nation-Building in the Kurdistan Region of Iraq نەتەوەسازیی كۆڵەوار، كۆیادەوەری و نەتەوەسازی لە هەرێمی كوردستاندا – هەواڵنامەی کتێب 2- Justice and Memory: Halabja Genocide in Halabja's Collective Memory یادەوەری و دادپەروەری، “شانزەی سێ” لە کۆیادەوەری هەڵەبجەییەکاندا – هەواڵنامەی کتێب 3- شیکردنەوەی گوتاری ڕەخنەیی پڕۆگرامەکانی وەزارەتی پەروەردەی هەرێمی کوردستان چاپخانەی پاندا | Facebook Abstract: Ziman: Soranî
Ebrû Akkoyûn
Ebru Akkoyun
imanê Zikmakî, Erdnîgariya Derhişmendiyê: Komxebateke Serborî ya Li Ser Zimên, Nasnameyê, Êdinbûn û Derûniyê / Mother Tongue: The Geography of the Unconscious An Experiential Workshop on Language, Identity, Otherness and Spirituality
Kurtejiyan: Derûnnasa Pispor/Psîkoterapîst Ebrû Akkoyûn, piştî qedandina xwendina lîsansê ya derûnî, li Zanîngeha Stenbol Bilgiyê Bernameya Masterê ya "Lêkolînên Travma û Karesatê: Tenduristiya Derûnî ya Sepandî” qedand. Di teza xwe ya masterê de, wê têkiliya di navbera têgihiştina “yê din” a kesên xwedî nasnameya Kurdî û tenduristiya derûnî de lêkolîn kir. Di xebatên xwe yên psîkoterapîyê de, bi giranî li ser bingeheke psîkanalîtîk dixebite; xebatên xwe bi nêzîkatiyên psîkodînamîk, hebûnparêz û travma-navendî dimeşîne. Ew li ser travma, windahî û şîn, nasname, yê dinbûn û bandorên pêvajoyên civakî li ser jiyana derûnî dixebite. Bi taybetî li qadên erdhejê û penaberiyê, di xebatên cuda yên piştgiriya derûncivakî de cih girtiye. Li Stenbolê, ligel xebatên psîkoterapiya takekesî yên ku rû bi rû dimeşîne, xebatên komê yên rû bi rû û serhêl, perwerde, atölye û xebatên di qada tenduristiya derûnî ya civakî de jî dimeşîne. Kurteya Pêşkêşiyê: Ev atolye li ser vê fikre hatiye çêkirin ku, zimanê dayikê ne tenê amûreke ragihandinê ye; di heman demê de yek ji qadên bingehîn e ku nasname, bîr, hestyarî û ezmûna derûnî tê de ava dibin. Bi beşdaran re dê bandora ziman li ser aîdiyetê, yê-dinbûnê, bîranînê û awayên derbirîna xwe bên nirxandin. Têkiliya di navbera tepeserkirina zimanê dayikê, windabûna wî an jî dûrketina kesan ji zimanê xwe û serpêhatiyên derûnî, bi pîvanên takekesî û kolektîf ve dê bê fikirîn û nirxandin. Atolye, di çarçoveyeke psîkodînamîk û hişmendiya li ser travmayê, armanc dike ku bi rêyaxebatên kurt yên takekesî, pêwendiyên hizrî (asosiyasyon) û parvekirinên komî, derfetê bide beşdaran ku bi serpehatîyen xwe yên têkildarî ziman û nasnameyê re têkiliyê deynin. Bi vî awayî em ê bi hev re lêbikolin ku ziman ne tenê tiştek e ku tê axaftin; ew erdnîgariyeke derûnî ye ku tê bîranîn, tê hîskirin, carinan li serê bêdengî dibe û di nav nifşan de tê veguhastin.
Biography: Specialist Psychologist/Psychotherapist Ebru Akkoyun completed the Master’s Program in Trauma and Disaster Studies: Applied Mental Health at Istanbul Bilgi University following her undergraduate studies in psychology. In her master's thesis, she investigated the relationship between the perception of "the other" and mental health among individuals with a Kurdish identity. Her psychotherapeutic practice is primarily grounded in psychoanalytic principles, incorporating psychodynamic, existential, and trauma-focused approaches; she focuses on issues such as trauma, loss and grief, identity, otherness, and the impact of social processes on the psyche. She has participated in various psychosocial support initiatives, particularly in the contexts of earthquakes and refugee support. In addition to conducting face-to-face individual psychotherapy in Istanbul, she facilitates in-person and online group sessions, trainings, and workshops, and engages in work within the field of community mental health. Abstract: This experiential workshop is grounded in the premise that the mother tongue is not merely a tool for communication, but a fundamental realm where identity, memory, affect, and psychic experience are shaped. Together with participants, the workshop will explore the impact of language on belonging, otherness, remembering, and modes of self-expression. It will examine—from both individual and collective perspectives—the relationship between psychic experience and the suppression or loss of the mother tongue, or the experience of becoming estranged from one’s own language. Operating within a psychodynamic and trauma-informed framework, the workshop aims to enable participants to connect with their own experiences of language and identity through brief individual exercises, associations, and group sharing. In doing so, the participants will collectively explore language as a psychic landscape—one that is not only spoken but also remembered, felt, sometimes left unspoken, and transmitted across generations.
Duzgun Ûgûr
Duzgun Ugur
Du Aliyên Nepenîtiyê: Afekta ku di Zimanê Dayikê de Tazî Dimîne, di Zimanê Duyem de Xef Dibe
Kurtejiyan: Di Beşa Derûnasiyê ya Zanîngeha Dîcleyê de erkedarê hîndekariyê ye. Li ser mijarên wekî têkiliyên navbera koman, pêvajoyên aştiyê, ramana rexneyî, çalakiya kolektîf, têgihîştina edaletê û zayendê dixebite. Di heft salên ku bi neçarî ji zanîngehê hatibû dûrxistin de, dest bi xebatên klînîkê kir û ev xebat heta îro jî berdewam dikin. Xebatên xwe yên klînîk bi nêzîkatiyeke dînamîk dimeşîne. Kurteya Pêşkêşiyê: Ji ber ku zimanê dayikê bi têkiliyên objeyê yên serdema destpêkê û şopên akustîk ve hatiye honandin, afektê bi şikestbarî û bê navbeynkar eşkere dike; zimanê duyem, berevajî vê, bi rêya kontrola hişî û îzolasyona afektê perdeyekê li ser vê têkiliyê dixe. Nekarîna kesekî ku bi zimanê xwe yê dayikê alîkariya derûnî werbigire, vê perdeya parastinê vediguherîne pêdiviyeke klînîk. Ji perspektîfeke psîkanalîtîk ve, meşandina terapiyê bi zimanekî biyanî, her çiqas revê ji zexta sûperego hêsantir bike jî, xetereya entelektuelîzekirinê, berxwedanê û “têgihiştina sexte” derdixe holê; ev jî dikarin gihîştina navika afektî ya trawmayên arkaîk asteng bikin. Nêzîkatiyên kognîtîv û derûnzimannasî vê astengiyê bi neahengiya kodkirina afektê, rezonansa elektrodermal a kêm û lawazbûna hevalbendiya terapotîk a ku ji windabûna hûrbîniyên semantîk derdikeve holê, rave dikin. Subjeya ku bi zimanê xwe yê dayikê nayê guhdarîkirin, êşa xwe ya herî nepenî radestî fîltreya wergera kognîtîv dike û bi vî awayî ji valakirina afektî ya rastîn (katarsîs) dûr dikeve.
Biography: He is a faculty member in the Department of Psychology at Dicle University. His research focuses on topics such as intergroup relations, peace processes, critical thinking, collective action, perceptions of justice, and gender. He conducts clinical work—which he began during the seven-year period of his forced absence from the university and continues to this day—using a dynamic orientation. Abstract: Because the mother tongue is interwoven with early object relations and acoustic traces, it reveals affect with an unmediated vulnerability; the second language, conversely, masks this contact through cognitive control and emotional isolation. An individual's inability to receive psychological help in their mother tongue turns this defensive veil into a clinical necessity. From a psychoanalytic perspective, conducting therapy in a foreign language—while potentially facilitating an escape from superego pressure—entails risks of intellectualization, resistance, and "false insight" that hinder access to the affective core of archaic traumas. Cognitive and psycholinguistic approaches, meanwhile, attribute this obstacle to a mismatch in emotional encoding, reduced electrodermal resonance, and a weakened therapeutic alliance resulting from the loss of semantic nuances. A subject who is not heard in their mother tongue—by surrendering their most intimate pain to the filter of cognitive translation—drifts away from genuine emotional release (catharsis).
Minewer Aslan
Şahidiya Hebûnê: Serboriyeke Terapiya Hunerî / Witnessing Existence: An Art Therapy Experince
Ji Beşa Derûnnasiyê ya Zanîngeha Stenbolê dêr çûye. Wê perwerdeya xwe ya terapiya hunerî li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye. Ew ji bo mezinan û ciwanan psîkoterapiya takekesî dike. Nêzî 5 salan e li Nexweşxaneya Çapayê bi nexweşên serwîsa psîkiyatriyê re û bi mezinên li derve re, komên terapiya hunerî bi rê ve dibe. Her wiha ji deh salan zêdetir e di nav kar û xebatên hîndekariya kurdî de cih digire. Kurteya Pêşkêşiyê: “Di çarçoveya mijara “Ziman û Nasnameyê” de, ev atolye têkiliya di navbera ziman, nasname û awayên xweîfadekirinê de bi rêya beden, tevger û hunerên dîtbarî vedikole. Ziman ne tenê wek amûreke ragihandinê, lê dê wek qadeke wisa were dîtin ku tê de kes dikarin xwe, aîdiyetên xwe û cihê xwe yê li cîhanê pênase bikin û ji nû ve ava bikin. Atolye dê bi xebateke tevgerî dest pê dike ku beşdar tê de bikarin li ser cih û qada xwe ya di cîhanê de bifikirin. Paşê, beşdar dê bi bikaranîna hin materyalên hunerî, tebeqeyên cuda yên nasnameya xwe û têkiliya di navbera wan tebeqeyan de wek “erdnîgariya nasnameyê” çêkin. Di vê pêvajoyê de ziman, nasnameya etnîk, malbat, çand, pîşe û aîdiyetên din dikarin bibin mijara vê vekolînê. Di vê pêvajoyê de bi rêya pirsên “Ez xwe çawa pênase dikim?” û “Kesên din min çawa pênase dikin?”, têkiliya di navbera nasnameyên tên îfadekirin û berçavkirin û nasnameyên nayên îfadekirin û nedîtîkirin de dê were raçavkirin. Atolye dê bi parvekirinên dilxwazî yên kesan ên têkildarî şahidiya li hebûna xwe bi dawî bibe."
Biography: She graduated from the Department of Psychology at Istanbul University. She completed her training in art therapy at the Istanbul University Faculty of Medicine. She provides individual psychotherapy for adults and adolescents. For nearly five years, she has been conducting art therapy groups with patients in the psychiatry ward and with outpatients at Çapa Hospital. Additionally, she has been actively involved in Kurdish language education for over ten years. Abstract: Within the framework of the theme "Language and Identity," this workshop explores the relationship between language, identity, and modes of self-expression through the body, movement, and visual arts. Language will be viewed not merely as a communication tool, but as a space where individuals can define and reconstruct themselves, their sense of belonging, and their place in the world. The workshop will begin with a movement-based activity allowing participants to reflect on their position and space in the world. Subsequently, using various art materials, participants will map out the different layers of their identity and the relationships between them, creating a "geography of identity." Language, ethnic identity, family, culture, profession, and other forms of belonging may all become subjects of this exploration. Throughout the process, the relationship between expressed and visible identities and those that remain unexpressed and unseen will be examined through questions such as "How do I define myself?" and "How do others define me?" The workshop will conclude with participants voluntarily sharing reflections on witnessing their own existence.
Orhan Kaya
Ji Trawmaya Kollektîf ve ber bi Berxwedana Kollektîf ve: Di Korexalên Dêrûnnasiyê de Dayikên Şemiyê
Kurtejiyan: Dr. Orhan Kaya lêkolînerekî piştî-doktorayê ye ku di qada derûniya civakî û siyasî de dixebite. Ew lêkolînên xwe li Zanîngeha Marburgê (Philipps-Universität Marburg), bi piştgiriya Akademiya Zanistî ya Swîsreyê û Weqfa Alexander von Humboldt, dimeşîne. Xebatên wî li ser çalakiya kolektîf û berxwedanê, bîra civakî, dîaspora û veguhestina di navbera nifşan de ne. Bi taybetî, ew lêdikole bê ka ezmûnên/serpêhatiyên komên ku ji aliyê siyasî ve xwedî rewşeke hesas in, çawa bi nasnameya kolektîf, bîr û pêvajoyên têkoşîna civakî ve girêdayî ne. Ew herwiha endamê Tevgera Akademîsyenên ji bo Aştiyê ye. Kurteya Pêşkêşiyê: Ev pêşkêşî, ji bingeha nûveyên 19 hevpeyvînên ku bi Dayikên/Mirovên Şemiyê re hatine kirin derdikeve rê; vedikole ka serpêhatiyên windahî û trawmayê çawa vediguherin berxwedana kolektîf, bîra giştî û nasnameya kolektîf. Bi taybetî, wate û girîngiya ku Qada Galatasarayê wek cihê berxwedanê hilgirtiye, berdewamiya çalakiyan nifş bi nifş û pêvajoya ku êşa takekesî vediguhere daxwazên civakî û siyasî yên berfirehtir tên nîqaşkirin. Herwiha, pêşkêşî bi awayekî rexneyî dinirxîne ku dîsîplîna derûnî, Dayikên Şemiyê bi piranî di çarçoveya trawma û mexdûriyê de eleqedar dibe, lê subjektîviya wan a siyasî û berxwedana wan a kolektîf bi têra xwe nade ber çavan. Li gel vê yekê, li ser bingeha lêkolîneke derûnî ya ku di çarçoveya Dayikên Şemiyê de hatiye meşandin, zehmetiyên rêbazî, exlaqî û têkilî yên xebatkirina bi komên hesas û siyasî re tên nirxandin. Di heman çarçoveyê de, nêzîkatiya lêkolînê ya hevkarî û rêbazên çareseriyê yên ku ji bo rûbirûmayîna van zehmetiyan hatine pêşxistin jî tên xebitîn.
Biography: Dr. Orhan Kaya is a postdoctoral researcher specializing in social and political psychology. He conducts his research at the University of Marburg with the support of the Swiss Academy of Sciences and the Alexander von Humboldt Foundation. His work focuses on collective action and resistance, social memory, and the intergenerational transmission of diaspora experiences. He particularly investigates how the experiences of politically sensitive groups interrelate with processes of collective identity, memory, and social struggle. He is also a member of the Academics for Peace movement. Abstract: This presentation draws on findings from 19 interviews conducted with members of the Saturday Mothers/People and examines how experiences of loss and trauma are transformed into collective resistance, public memory, and collective identity. Particular attention is paid to the meaning of Galatasaray Square as a site of resistance, the intergenerational continuity of the protests, and the transformation of individual suffering into broader social and political claims. The presentation also critically examines how psychology has tended to approach the Saturday Mothers primarily through the lenses of trauma and victimhood, while paying considerably less attention to their political agency and collective resistance. Finally, drawing on the experience of conducting psychological research with the Saturday Mothers, the presentation discusses the methodological, ethical, and relational challenges of working with sensitive and politically vulnerable groups, as well as the collaborative research practices and strategies developed to address these challenges.
Besna Tosun
Dayikên Şemiyê û Qada Galatasarayê Wekî Cihê Şîna Bêdawî
Kurtejiyan: Besna Tosun parazvana mafên mirovan e. Di sala 1984an de li Licê ji dayik bûye. Ji Zanîngeha Anatoliyayê ya Eskîşehîrê beşa Medya û Ragihandinê dêr çûye. Niha di Beşa Rêveberiya Karsaziyê ya Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê de xwendekar e. Ew Endama Komîsyona Li Dijî Windakirinên Bi Zorê ya Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan û endama Lijneya Rêveber a ÎHDê ye. Piştî Komkujiya Liceyê ya 21ê cotmeha 1993an bi malbata xwe re koçî Stenbolê kiriye. Wê şahidiya binçavkirina bavê xwe Fehmî Tosun ku di 19ê Cotmeha 1995an de ji ber mala xwe winda bûye kiriye. Ji wê demê ve, ew bi Dayikên Şemiyê re ji bo kesên ku di binçavan de winda bûne ji bo rastî û edaletê têdikoşe. Kurteya Pêşkêşiyê: Ev pêşkêşî, di çarçoveya têkoşîna ji bo bîranîn û edaletê de, balê dikişîne ser xemgîniya bêdawî ya ku xizmên kesên ku di binçavan de winda bûne. Li gorî serpêhatiyên besna Tosûn windabûn ne tenê windahiyek takekesî ye, ew binpêkirinek domdar a mafan e ku bandorê li malbat û civakê dike. Têkiliya di navbera mafê gorê, mafê şînê, û mafê gihîştina rastiyê de ji bo xizmên windayan, bi nezelalî û şîna netemam a ku malbatên ku nikarin bigihîjin gorên hezkiriyên xwe, polîtîkayên bêcezatiyê û veşartina heqîqetê re tê nirxandin. Pêşkêşî her wiha wateya Qada Galatasarayê ya ji bo Dayikên Şemiyê vedikole. Ew qad ne tenê cihek kombûnê ye, ew cîhê têkoşînê ye ku winda têne bîranîn, şîn di qada giştî de tê xuyankirin û daxwaza bîranîn û edaletê li dijî polîtîkayên înkar û bêcezatiyê tê domandin. Bi têkoşîna Dayikên Şemiyê, ku zêdetirî sî salan berdewam dike, têkiliya di navbera şîn, bîr, cih, rastî û edaletê de tê nîqaşkirin. her wiha balê dikişîne ser girîngiya rûbirûbûna bi rabirdûyê û bidawîanîna bêcezatiyê ji bo aştiya civakî.
Biography: Besna Tosun: Human rights defender. Born in 1984 in Lice, Diyarbakır. Graduate of Anadolu University (Eskişehir), Department of Media and Communication; student at the Faculty of Political Sciences (Ankara), Department of Business Administration. Member of the Commission Against Enforced Disappearances and member of the Central Executive Board of the Human Rights Association (İHD) Istanbul Branch. She migrated to Istanbul with her family following the Lice Massacre on October 21, 1993. She witnessed the enforced disappearance of her father, Fehmi Tosun, who was taken into custody from in front of their home on October 19, 1995. Since then, she has been waging a struggle for truth and justice for those subjected to enforced disappearance, alongside the Saturday Mothers. Abstract: This presentation examines the unending grief experienced by the relatives of those subjected to enforced disappearance within the context of the struggle for memory and justice. Drawing on personal experience—as the daughter of Fehmi Tosun, a victim of enforced disappearance, and as a member of the Saturday Mothers—the presentation emphasizes that such disappearances are not merely individual losses but constitute a continuous violation of rights affecting both families and society at large. It explores the interconnections between the right to a grave, the right to mourn, and the right to the truth for the relatives of the disappeared. It also addresses the uncertainty and the inability to complete the grieving process faced by families denied access to the remains and graves of their loved ones, alongside the issues of impunity and the concealment of the truth. Furthermore, the presentation discusses the significance of Galatasaray Square for the Saturday Mothers. The square is not merely a gathering place; it is a site of struggle where the disappeared are remembered, grief is made visible in the public sphere, and the demands for memory and justice are sustained in opposition to policies of denial and impunity. Through the lens of the Saturday Mothers’ struggle—which has spanned over thirty years—the presentation examines the relationships between grief, memory, space, truth, and justice, while underscoring the importance of confronting the past and ending impunity for the sake of social peace.
Dayîkên Aşitiyê
Dayiken Asitiye
Berzo Mehmûd
Berzo Mehmud
Ziman ji Rewangeha Derûnnasîyê ve
Kurtejiyan: Berzo Emer Mehmûd, li bajarê Qamişlo mezin bûye. Xwendina xwe ya lîsansê di zimanê înglîzî de li Helebê wergirtîye, û masterê di beşê zimannasîyê de li Zanîngeha Mêrdînê tewaw kiriye. Du sal PHD doktora li zanîngeha Dicleyê li Amedê xwendîye lê tewaw nekiriye. Bi Kurmancî û Soranî û Engilîzî belav dike. Ji bilî gotar û lêkolînan di govarên Kurdî de 20 pertûk belav kirine: ● BERHEMÊN NIVÎSER WEK PIRTÛK DI ZIMAN DE (2005): Rênivîsa Peyva Kurdî, çapa yekem, Beyrut. (2010): Kopyula di Ristesazîya Kurdî de, çapa yekem, (2019): Şîrovekirineke Dengsazî û Fonolojî di Kurdîya (2019): Dengsazî, çapa yekem, Qamişlo. (2022): Dîroka Zarên Kurdî, çapa yekem, Qamişlo. (2023): Bizava Pênûsê, çapa yekem, Çapxana HRRK,. (2023): Hin Mijarên Derbarî Ziman, çapa yekem, (2024) Hin Mijarên Rêzimana Kurmancî, weşanxana Hrrk, Qamişlo (2024) Hewlên Standerkirina Kurmancî, Qamişlo. (2024) Layenek ji Têrmsazîya Kurdî, Qamişlo (2026) Zimannasî: Astên Şîkirina Ziman (2026) Peyvronan di Zimanê Kurdî de(di çapê de ye) (2024) الرابطة ووحدات الاسناد في نحو الجملة الكردية HEFT PERTÛK DI WÊJE Û REWŞENBÎRÎYA KURD DE (2020) Rezo Osê, Rewşenbîr û Kurdîzan, Qamişlo Rûpelin ji Govara Gelawêj Govara Hevind, Heft Jmar (2022) الوعي القومي الكردي في مم و زين، فرهاد شاكلي، ترجمة (2022) في الثقافة الكردية، مطبعة شلير، الطبعة الأولى ( 2023) في الأدب الكردي، ط2 ، مطبعة شلير. 2014) ) مقالات في المسألة الكردية . Kurteya Pêşkêşiyê: Ziman amrazê sereke ye ku mirov bi devkî û nivîskî bi hev re pêwendî datînin. Ziman amêrek e ku dikare dîroka mirovahiyê û çîroka jiyana wî tomar bike. Her çend em dikarin hewl bidin ku zimanekî fêr bibin da ku bi axêverên wî re ji bo armancên bazirganî, zanistî yan jî yên din, lê hin kes hene ku xwe terxan dikin bo têgihiştin û lêkolîna bingeha ziman wekî pisporên di warên ku rasterast bi ziman ve girêdayî ne, wek helbest, rewanbêjî û wêje, didin nasîn. Ziman ji bo gelek aliyên eleqedar, bi taybetî zimannas, felsefezan, derûnnas, civaknas, antropolog û yên din, mijarek lêkolînê ye. Ji ber vê yekê, hin zanyar bawer dikin ku ziman bingeha şaristaniya mirovan e, "temsîla sereke ya ku nifş pêre pêwendî datînin, û bi riya wê ezmûn, zanîn û destkeftiyên şaristaniyê di formên wan ên cûrbecûr de têne veguhastin. Bi riya wê, mirov dev ji jiyana bi mirinê re bernade, ji ber ku ziman alîkariya wî dike ku bi awayekî dîrokî dirêj bibe da ku beşdarî dariştina raman, kultûr û jiyana nifşên paşerojê bibe. Li vir bes e ku mirov behs bike ku tiştê ku Misirîyên kevnar li ser dîwarên abîdeyên xwe nivîsandî an neqişandî hiştine ew e ku niha - piştî çend hezar salan - rê daye me ku em li ser jiyan û şaristaniya wan fêr bibin" (60 r. 267). Bi heman awayî, pirtûka ku Şerefxanê Bedlîsî li ser dîroka Kurdan ji me re hiştiye wêneyeke rasterast a mîrnişîn û dewletên Kurd pêşkêşî me kir. Ew yekem pirtûka ku ji hêla Kurdekî ve li ser dîroka gelê xwe hatiye nivîsandin, dewlemend bi agahdariyên kêrhatî li ser dîroka Kurdan, bi navên eşîrên Kurd û cihbûna wan li herêma Kurdistanê. Tarde ziman wekî amêra sereke ya lasayîkirinê û amêra yekem ji bo veguhastina gelek dab û nerîtên berê, û ji bo veguhastina bandora ezmûnên di astên cûda yên rêxistinê de di nav nifşan de û di hişê kesan de dibîne. Ez weha bawer dikim ku lêkolîna ziman ji rewangeha (perspektîfa) derûnasîyê ve di lêkolînên nûjen de ji ber havilên wê yên giring ji bo fêrkar û fêrxwaz û hetanî zimannas bi xwe jî giring e. Ev ji ber siruşta pêwendiya navbera ziman û gelek buwarên psîkolojiyê de ye, wek fêrbûn (learning), bîrhatin (memory) û bîrkirin (thinking). Ev buwar yekser bi pêvajoyên derûnî yên mirovan ve girêdayî ne, çi bi avakirina sembolên fonetîk di hişê axêver de be, çi jî bi bersiva wergir ji van dengan re be, ku ji hêla hişmendîyê/aqil ve şîfre vedibe da ku bigihîjin wateya armanckirî – ev pêvajoyeke aqilane ye, ku dikeve nav çarçêweya derûnnasiyê de. Wekî din, pêvajoyine dîtir hene pêwendiya di navbera ziman û aqil/hiş de di çarçoveya pêvajoyeke aqilane û derûnî de diyar dikin, wek bidestxistina ziman ji bo armanca têgihiştina axaftinê, herweha pêwendiya di navbera ziman û bîrkirinê de, pêwendiya di navbera ziman û kesayetiyê de, derûnnasiya xwendinê û lêkolîna astengiyên axaftinê. Van lêkolînan, bi girêdana zimannasî û derûnnasiyê, şaxeke serbixwe bi navê psycholinguistics, yan psîkolojiya ziman (psychology of language), derxistiye holê. Hin wê pênase dikin wekî: "şaxa zimannasiya pratîkî ku fêrbûna zimanê yekem, fêrbûna zimanê biyanî û faktorên psîkolojîk ên ku bandorê li vê fêrbûnê dikin dikole, herweha nexweşiyên bilêvkirinê û pêwendî navbera derûna mirovan û ziman de bi giştî". " Chomsky û Jênerxwaz bawer dikin ku lêkolîna ziman divê pêşî li ser lêkolîna aqil/hişê mirovan be. Lêbelê, zimannas her tiştê ku bi avahiyên zimannasîyê ve girêdayî ye, di nav de fonetîk, morfolojî, rêziman, semantîk, ferheng, leksîkografî û çawaniya nivîsandina peyvan wesf dike. Ji hêla din ve, derûnnas ziman bi rêbazên psîkolojîk dibîne, lêkolîn dike ka em çawa fêr dibin û çawa wê bi dest dixin. Ziman çi guzariştek be ji reftara mirov yan derbirrîna ramana mirovan be, ew di warê lêkolînê de bi psîkolojiyê re pêwendîdar e, û hin kes jî wê wekî beşek ji derûnnasîyê dibînin. Locke analîzek li ser wateya peyvan pêşkêş kir, ku ji bo wî tê wateya ravekirina ka peyv çawa di rastiya derveyî de amaje li tiştan dikin. Hin derûnnas peyvan wekî derbirrîna hebûnên derûnî (raman) dîtine, û hin derûnnasên Amerîkî bandora adetên devkî li ser têgihiştinê(perception) lêkolîn kirine. Bi rastî, xala herî giring a ku mirov li ber çavan bigire ew e ku ziman, bi taybetî jî zimanê hevpar, heta çi radeyê karibe erka xwe ya ragihandinê di navbera axêver û guhdaran de pêk bîne. Ev fonksiyon ji aliyê hemû zanistan ve hatiye pejirandin, ku ziman şêweyekî ragihandinê yan jî pêwendiya devkî ye di navbera axêver û guhdaran/wergiran de û sê hêmanên sereke di vê çalakiya ragihandinê de cih digirin: 1. Axêver yan şêner (nameber û namegir). 2. Guhdar yan wergir. 3. Sîstimaeke nîşanan yan zimanekî hevpar ku ji hêla şêner û wergir ve tê axaftin. Pêwendî bi du pêvajoyên sereke pêk tê: axaftin û bihîstin. Di pêvajoya axaftinê de, axêver ramanên xwe bi gotinan tîne ziman ku bi deng ji aliyê din re, ango guhdaran, ew jî wan gotinên ku bihîstiye bi peyvan ji nû ve formule dike. Li vir girêdan temam e. Ragihandin divê bi zimanekî ku ji aliyê her du aliyan ve tê fêmkirin û lihevkirin pêk were, ji bo ku peyamê wekî ku ew bêyî nezelalî û têgihiştinek ku bandoreke neyênî li ser armanca bingehîn a pêvajoya ragihandinê dike ji aliyekê ve were ragihandin. Pêwîst e ji vê yekê were encamdan ku axêverên zimanekî sruştî bi hev re danûstendinê dikin, ji ber ku her yek ji wan xwediyê heman strûktûra rêzimanê ye û danûstandin çêdibe ji ber ku axêver bi heman rêsayên (qaîdeyên) zimanî yên ku guhdar bi kar tîne peyamek dişîne da ku bikaribe jê fam bike.” Zimanê hevpar zimanek e ku li ser avahî û wate, têgihiştin û têgihiştinê lihevhatî ye, ango hemû endamên civakê ji zagonên ziman haydar bin û wateyên pêkhateyên wî fam bikin. Ji xeynî rêsayên rêzimanî(grammatical rules) yên ziman, aliyên ne-devkî jî hene ku di çarçoveya ragihandina nedevkî de ne, ku ew îşaretên ligel axaftinê ne ku di vegotina niyeta muxatab an jî axêverê de giring in. Ji wan re fonem tê gotin û di cudakirina wateyên axaftinê de roleke wan a sereke heye: 1. Rîtm an leza bilêvkirinê 2. Dirêjahiya pêlê an jî frekansa 3. Tundî yan jî firehbûn Lê ev aliyê dawîn, ango dengnasî yên wek awaz, tundî, xiş û hilbûn û daketin û rîtm..... ji bo pirsa çawaniya gihiştina forma yekbûyî ya zimanê kurdî ne giring e.
Biography: Berzo Emer Mehmûd grew up in the city of Qamishlo. He completed his undergraduate studies in English in Aleppo and obtained a master's degree in linguistics from Mardin University. He pursued doctoral studies (PhD) at Dicle University in Amed for two years but did not complete the program. He publishes works in Kurmanji, Sorani, and English. In addition to articles and research papers in Kurdish journals, he has published 20 books. Abstract: Language is the primary tool through which people communicate with one another, both orally and in writing. It is a medium capable of recording human history and the story of human life. While one might attempt to learn a language to communicate with its speakers for commercial, scientific, or other purposes, there are those who dedicate themselves to understanding and researching the foundations of language, establishing themselves as experts in fields directly linked to it—such as poetry, rhetoric, and literature. Language serves as a subject of study for many interested parties, particularly linguists, philosophers, psychologists, sociologists, anthropologists, and others. For this reason, some scholars believe that language is the foundation of human civilization—"the primary medium through which generations communicate, and through which the experiences, knowledge, and achievements of civilization, in their various forms, are transmitted. Through it, humans do not simply succumb to mortality; language enables them to extend historically, allowing them to contribute to shaping the thoughts, culture, and lives of future generations. Suffice it to mention here that what the ancient Egyptians inscribed or carved onto the walls of their monuments is precisely what has allowed us—thousands of years later—to learn about their lives and civilization" (60, p. 267). Similarly, the book on Kurdish history left to us by Sharaf Khan Bidlisi provided a direct portrayal of Kurdish principalities and states. It was the first book written by a Kurd about his own people's history, rich in valuable information regarding Kurdish history, the names of Kurdish tribes, and their settlement patterns across the Kurdistan region. Language is viewed as the primary tool for imitation and the foremost instrument for transmitting long-standing customs and traditions, as well as for passing on the impact of experiences—across various organizational levels, generations, and individual minds. I believe that studying language from a psychological perspective is crucial in modern research, given its significance for educators, learners, and even linguists themselves. This importance stems from the inherent connection between language and various psychological domains, such as learning, memory, and thinking. These areas are directly linked to human mental processes—whether involving the formation of phonetic symbols in the speaker's mind or the listener's response to these sounds, which the mind decodes to grasp the intended meaning; this is a cognitive process that falls within the realm of psychology. Furthermore, other processes illustrate the relationship between language and the mind—functioning as both cognitive and psychological activities—such as language acquisition for the purpose of speech comprehension, as well as the connections between language and thought, language and personality, the psychology of reading, and the study of speech disorders. By linking linguistics and psychology, these studies have given rise to an independent field known as psycholinguistics (or the psychology of language). Some define it as: "a branch of applied linguistics that investigates first-language acquisition, foreign-language learning, and the psychological factors influencing this learning, as well as speech disorders and the relationship between the human mind and language in general." Chomsky and his proponents believe that the study of language should prioritize the study of the human mind. Linguists, however, describe everything related to linguistic structures—including phonetics, morphology, grammar, semantics, vocabulary, lexicography, and orthography. Psychologists, on the other hand, view language through psychological methods, investigating how we learn and acquire it. Whether language is considered a form of human behavior or an expression of human thought, it is linked to psychology in terms of research, and some even regard it as a branch of psychology. Locke offered an analysis of word meaning, defining it as an explanation of how words refer to objects in external reality. Some psychologists have viewed words as expressions of mental entities (thoughts), while certain American psychologists have studied the influence of verbal habits on perception. Indeed, the most crucial point to consider is the extent to which language—particularly common language—fulfills its communicative function between speakers and listeners. All disciplines acknowledge this function: that language serves as a mode of communication or verbal interaction between speakers and listeners or recipients and three main elements are involved in this act of communication: 1. The speaker or sender (message sender). 2. The listener or receiver. 3. A system of signs or a common language spoken by both the sender and the receiver. Communication consists of two main processes: speaking and listening. In the speaking process, the speaker expresses their thoughts through words—conveyed via sound to the other party, the listeners—who, in turn, reformulate the words they have heard. Here, the connection is complete. Communication must take place using a language understood and agreed upon by both parties so that the message is conveyed accurately and an understanding that negatively impacts the fundamental goal of the communication process. It follows that speakers of a natural language communicate with one another because they share the same grammatical structure; communication occurs because the speaker transmits a message using the same linguistic rules employed by the listener, thereby enabling comprehension. A shared language is one based on consensus regarding structure, meaning, and comprehension—meaning that all members of the community are aware of the language's rules and understand the meanings of its components. Beyond grammatical rules, there are non-verbal aspects—falling under the scope of non-verbal communication—such as signals accompanying speech that are crucial for conveying the speaker's or interlocutor's intent. These elements play a key role in distinguishing meanings in speech: 1. Rhythm or speed of articulation 2. Wavelength or frequency 3. Intensity or amplitude However, this final aspect—specifically phonetic qualities such as tone, intensity, roughness, pitch fluctuations, and rhythm—is not relevant to the question of how to achieve a unified form of the Kurdish language.
Mesud Gever
Ma-Music
Kurtejiyan: Mesud Gever di warê muzîka Kurdî de, bi taybetî di qadên dengbêjî û stranbêjî de, nêzî 17 sal in dixebite û di vê qadê de cerabeyên wî hene. Ew li Akademîya Ma Musîcê perwerdekarê dengbêjî û stranbêjî ye. Herwiha li Konservatuara Aram Tîgranê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê mamostetîya dengbêjî û stranbêjîyê dike. Di xebatên xwe de balê dikêşe ser teknîkên vokal ên muzîka Kurdî, veguhastina repertûara devkî û pêvajoya hînkirina stran û deng bi zarokan û ciwanan re. Li zanîngeha Dîcleyê beşa civaknasîyê qeandîye. Kurteya Pêşkêşiyê: “Di vê pêşkêşiyê de ez ê li ser girîngiya zimanê dayikê di perwerdehiya muzîkê ya zarokan de rawestim û bi taybetî li ser bandora perwerdehiya stranbêjî û dengbêjî ya bi zimanê dayikê li ser pêşketina derûnî, hestî û civakî ya zarokan biaxivim. Ez ê nîşan bidim ku zimanê dayikê ne tenê amûreke ragihandina melodîk e; ew di avakirina nasnameyê, hestên girêdanê, xwe-naskirinê û têkiliya zarok bi hawîrdor û çanda xwe re da roleke girîng dilîze. Di vê çarçoveyê de ez ê li ser cerabeyên xwe yên di warê hînkirina stranbêjî û dengbêjî ya zarokan de rawestim û rave bikim ka çawa muzîk û ziman dikarin bi hev re ji bo zarokan hawîrdoreke ewle, afirîner û xwe-ragihîner ava bikin. Herwiha ez ê behsa girîngiya parastin û veguhastina mîrata muzîkê ya devkî ji nifşekê bo nifşê din bikim.”
Biography: Mesud Gever has been active in the field of Kurdish music—specifically in the realms of “dengbêjî” (traditional bardic singing) and general vocal performance—for nearly 17 years, accumulating significant experience in the process. He serves as an instructor of dengbêjî and vocal performance at the Ma Music Academy. Additionally, he teaches these disciplines at the Aram Tigran Conservatory of the Amed Metropolitan Municipality. His work focuses on Kurdish vocal techniques, the transmission of oral musical repertoires, and the process of teaching songs and vocal skills to children and young people. He holds a degree in Sociology from Dicle University. Abstract: "In this presentation, I will focus on the importance of the mother tongue in children's music education, specifically discussing the impact of singing and vocal training in the mother tongue on children's psychological, emotional, and social development. I will demonstrate that the mother tongue is not merely a vehicle for melodic communication; it plays a vital role in shaping identity, fostering a sense of connection and self-awareness, and defining the child's relationship with their environment and culture. In this context, I will share my experiences in teaching singing and vocal skills to children and explain how music and language can combine to create a safe, creative, and self-expressive environment for them. Furthermore, I will address the importance of preserving and transmitting oral musical heritage from one generation to the next.”
Farangis Ghaderî
Farangis Ghaderi
Zimanê Kurdî wekî sîstemekî fikrî û me'rifî
Kurtejiyan: Dr. Farangis Ghaderî mamosteya warên lêkolînên zayendî û kurdî ye û her wiha rêvebera Navenda Lêkolînên Kurdî ya li Zanîngeha Exeterê ya Brîtanyayê ye. Wê gelek berhem derbarê ziman, wêje, werger û jinên kurd de weşandine. Ew lêkolînera sereke ya projeya Arşîva Dîjîtal a Kurdî li Zanîngeha Exeterê (https://dame.exeter.ac.uk/en/home/) û edîtora hevkar a Kovara Lêkolînên Kurdî (Kurdish Studies Journal) ye.
Dr Farangis Ghaderi is lecturer in Gender and Kurdish Studies and the director of the Centre for Kurdish Studies at the University of Exeter, UK. She has published extensively on Kurdish language, literature, translation, and Kurdish women. She is the Principal Investigator of the Kurdish Digital Archive project at Exeter University (https://dame.exeter.ac.uk/en/home/) and associate editor of Kurdish Studies Journal.
Muslim Yucel
Leyla Tûrhan Taylan
Leyla Turhan Taylan
Terapî û Zimanê Dayikê: Ji Nû Ve Avakirin û Afirandina Derûniyê
Kurtejiyan: Leyla Turhan Taylan, derûnnas û psîkoterapîst e. Di xebatên xwe yê klînîk de, bi taybetî bi mijarên terapiya bi zimanê dayîkê, terapiya navçandî, nasname û bandora derûnî ya koçberiyê re elaqedar e. Di heman demê de, di kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî de edîtor û nivîskar e. Li Brîtanyayê, piştî qedandina programa psîkoterapiya entegratîf (integrative psychotherapy), wekî endama BACP (British Association for Counsellors and Psychotherapists) karê xwe yê derûnnasî û psîkoterapiyê didomîne. Kurteya Pêşkêşiyê: Dema zimanê dayîkê ku hestên ewilî yên nêzîkbûn, evîn, malbat, bîranîn û aîdiyetê di hundirê xwe de dihewîne, bi salan qedexekirî be û bibe beşek ji qada terapiyê, di cîhana derûnî ya mirovan de, dikare kîjan deriyan veke? Di vê cîhanê de çi dikare jinûve were avakirin? Zimanê terapîst û nexweş dikarin wek hev bin an ji hev cuda bin. Her yek ji van rewşan dikare hem astengiyan hem jî derfetên taybet biafirîne. Gelo ev cudahî an wekheviya zimanan çawa bandorê li têkiliya terapotîk, transferans û transferansa hember, li têgihiştin û awayên vegotinan dike? Li ser bingeha lêkolînên ser terapiya bi zimanên pirjimar, psîkanalîz, derûnnasiya navçandî û hinek tecrûbeyên zimanî yê kurdan, di vê pêşkeşiyê de hêmanên sereke yên wekî hiyerarşiya nav zimanan, hestên têkildarî zimanan, di terapiyê de cihgirtina tecrûbeyên cudakeriyê, di terapiyê de veguheziya nav zimanan û herwekîdin astengî û derfetên nû yên watedarkirin û xwefêmkirinê dê bên nîqaşkirin.
Biography: Leyla Turhan Taylan is a psychologist and psychotherapist. In her clinical work, she focuses particularly on therapy in the mother tongue, cross-cultural therapy, identity, and the psychological impact of migration. She also serves as an editor and writer for the psychology journal *Psychology Kurdî*. After completing an integrative psychotherapy program in the UK, she continues her work as a psychologist and psychotherapist and is a member of the BACP (British Association for Counselling and Psychotherapy).
Mûrat Bûrtakûçîn
Murat Burtakucin
Kurtejiyan / Derheqê de: Çewlîg de 1987 de ameyo dinya. 1989 de bar kerdo û ameyî Amed. Dibistana verîn, mîyanîn û peyîn Amed de vend. Zanîngeha Cumhurîyet a Sêwas de beşa psîkolojî qedîna. Û 10 serra zêdîyero bi taybetî trawma, barkerdiş/koçkerdiş û tîryakîye ser Mêrdîn û Amed de şûxulya yo. Kovara Psîkolojî ya Psyche-Mezg de nuseno. 2016 de avanbîyayişê Der-Mez’î ra heta nika Der-Mez î de xebatane xo domneno. 2024 de Der-Mez fermîyetê da bîyo komel û o waxt ra heta nika zî hemserekî Der-Mez î yo. Kurteya Pêşkêşiyê / Kilmnûşte: Na xebat de mefhûmê nasname û sînor têna sînorê şexsî de ney; pabestîya têkilîya hêza kulturî ziwanî, sîyasî û komelkî ser yeno destgirevtiş. Nêzdîbîyayîşê Foucault, Fanon, Bourdieu ûsn. kesan bero munaqaşa kerdiş. Nasnameyî senî yenî meydan û ‘’normal’’ û ‘’patalojî’’ kamî hetî ra yena pênaskerdiş? Bi taybetî sînorê kulturî, ziwanî û sîyasî berî îhlalkerdiş no komelî de reaksîyone baverî, îdrakê tehdîtî, nasnameyê xo nimitiş, trawmaya kolektîfî ûsn. reaksîyonan virazeno. Nê reaksîyonan çi kas sey patoloji pênas benî do nê çîyan berî perseyîş. Meselaya ma ya bingeyînan ra yew; îhlal kerdişê sînorê komelî hem maruzê îhlal mendoyixê ser hem îhlal kerdoxê ser senî têsîran virazeno.
Erdal Aladağ
Erdal Aladag
SHUDER
Avakirina Nasnameya Zarokan di Pêvajoyên Travmatîk û Penaberiyê de û Bandora Sînorên Fîzîkî û Dêrûnî
Kurtejiyan: Erdal Aladağ, ji Amedê ye, 15 sal e wek pisporê xizmeta civakî di qadê de kar dike. Wî di pêvajoyên şer ên Sûr û Nisêbînê de, li Kampa Penaberan a Adiyamanê û piştî erdheja 6ê Sibatê bi zarokan re xebatên piştgiriya psîkososyal (bi Kurdî û Tirkî) meşandiye. Ew li ser bi zimanê zikmakî xizmeta civakî, mafên zarokan, travma û penaberiyê xebatên xwe berdewam dike û niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî kar dike. Naverok: Ev pêşkêşî bandorên pêvajoyên travmatîk ên şer, penaberî û karesatan (bi taybetî erdheja 6ê Sibata 2023an) li ser pêşketina nasnameya zarokan di çarçoveya têgihiştina “sînor” de dinirxîne. Li ser bingeha xebatên piştgiriya psîkososyal ên li Sûr û Nisêbînê, Kampa Penaberan a Adiyamanê û navendên demkî yên piştî erdhejê, tê nîqaşkirin ka sînorên fîzîkî (kamp, kontrol, veqetandin) û sînorên dêrûnî (tirs, parçebûn, windabûna aidiyetê) çawa di cîhana hundirîn a zarokan de deng vedidin û yekitiya nasnameyê qels dikin. Rola piştgiriya psîkososyal a bi zimanê zikmakî di parastina yekgirtina nasnameyê de bal tê kişandin. Herwiha mînakên ji xebatên “Têgihiştina Aşitî û Bajar a Zarokan” jî têne pêşkêşkirin. Armanc nîşandana rêyên xizmeta civakî ye ku zarokan di derbaskirina van sînorên travmatîk de piştgirî bike û nasnameyeke xurt û yekgirtî ava bike.
Biography: Erdal Aladağ, originally from Amed, has been working in the field as a social work specialist for 15 years. He has conducted psychosocial support activities with children—in both Kurdish and Turkish—during the conflict periods in Sur and Nusaybin, at the Adıyaman Refugee Camp, and following the February 6th earthquake. He continues his work focusing on social services in the mother tongue, children's rights, trauma, and refugee issues, and currently works at the Selahaddîn Eyyûbî State Hospital. Abstract: Ev pêşkêşî bandorên pêvajoyên travmatîk ên şer, penaberî û karesatan (bi taybetî erdheja 6ê Sibata 2023an) li ser pêşketina nasnameya zarokan di çarçoveya têgihiştina “sînor” de dinirxîne. Li ser bingeha xebatên piştgiriya psîkososyal ên li Sûr û Nisêbînê, Kampa Penaberan a Adiyamanê û navendên demkî yên piştî erdhejê, tê nîqaşkirin ka sînorên fîzîkî (kamp, kontrol, veqetandin) û sînorên dêrûnî (tirs, parçebûn, windabûna aidiyetê) çawa di cîhana hundirîn a zarokan de deng vedidin û yekitiya nasnameyê qels dikin. Rola piştgiriya psîkososyal a bi zimanê zikmakî di parastina yekgirtina nasnameyê de bal tê kişandin. Herwiha mînakên ji xebatên “Têgihiştina Aşitî û Bajar a Zarokan” jî têne pêşkêşkirin. Armanc nîşandana rêyên xizmeta civakî ye ku zarokan di derbaskirina van sînorên travmatîk de piştgirî bike û nasnameyeke xurt û yekgirtî ava bike.
Feyrûz Ûslûoglû
Feyruz Usluoglu
Zimanê Dayikê Welatê Dayikê ye:Çand, Nasname û Aîdiyet li ser Sosyodramayê / Mother Tongue is the Motherland: Culture, Identity, and Belonging on the Sociodrama Stage